Mercê Mesrûr Barzanî li gel hemû aliyan, berî pêkanîna Hikûmetê çi bû?

Serokê Fraksiyona PDK li Parlemena Kurdistanê behsa wan aliyan dike “ku li nav hikûmetin, lê tenê li dema serkeftinan li gel wan dane”, yekem axaftina Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li gel aliyan eşkere dike, ku wê demê Serok Wezîrê raspardî bû.
Umêd Xoşnaw Serokê Fraksiyona PDK li Parlemena Kurdistanê li daxuyaniyek da ji bo Kurdistan 24 dibêje: “Em baş têdigihin li babeta 400 milyarê û li hemû babetan Partiya Demokrata Kurdistanê kirine armanc, lê belê dîrok xûya kiriye ku PDK qonaxên dijwar derbas kiriye û li ser êrîşan da jî serkeftî bûye”.
Li beşeke dinê axaftina xwe de Umêd Xoşnaw behsa bi siyasîkirina virusa Korona li Herêma Kurdistanê dike, li gor gotina wî “Bi armanckirina Hikûmetê ji aliyê wan jî ku li nava hikumetê ne û bixwazin astengiyê çêbikin, serkeftî nabê… Hemû babet li Kurdistanê bi cûreyek hatine bi siyasîkirin. Virusa Korona ku hemû cîhanê dagîrkiriye, tenê li Herêma Kurdistanê hatiye siyasî kirin, li welatên din rikeber û desthilat li Hikûmeta demokrasî û dîktatorî jî pêkve li dijî Korona rawestane bo ku bi kêmtirîn ziyanê ji wê virusê derkevin”.
Umêd Xoşnaw axaftineke Serok Wezîr bi bîra aliyan tîne ku berî hikûmet baweriyê ji Parlemen bi dest ve bîne, çi bi hemû aliyan gotiye, tekez dike ku “berî pêkanîna Hikûmetê, birêz Serok Wezîrê niha ku wê demê Serok Wezîrê raspardî bû û em li hevdîtinan da li gel aliyan li gel da beşdarbûyîn, yekem axaftina wî ya li gel her hizbeke dikir, digot em dixwazin Hikûmet, Hikûmeta me hemûyan bê, berbijêrên xwe pêşkêş bikin, heta ku hûn pêşkêş dikin, berbijêr û raspardiyê we ne, lê belê ji wê roja ku çûyîn Parlemen û her Wezîrek baweriyê bi dest ve anî, ew Wezîr Wezîrê tu aliyek nabê, dibê Wezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, lê belê mixabin wiha lêhatiye em niha wiha bersîv bidîn û bibêjin Wezareta Darayî bersîva pirsa (400 milyarê) da, li wezîrê Gorane”.
Umêd Xoşnaw li axaftina xwe de balkişand li ser wê yekê “Ew kes û aliyên dixwazin Hikûmetê bişkê, bila aza û wêrek bê û xwe ji Hikûmetê vekêşê… Bê moraliye ji bo her aliyek li kêmasiyên xwe bikşîne û li destkeftan jî bibêjê ewe ezim destkefteke mezin min bi dest ve aniye”, kargeha dirûstkirina oksijen li Silêmanî bi mînak dike û dibêje: “Çend rojek bû kêşe hebû, girift jî tenê madde nebû, belku madde beşeke ji giriftê bûye, du sê roj berî niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê pereyê pêwîst ji bo wan dabînkir lê niha here temaşe bike li torên civakî û malperan wiha nîşan didin ku partiyek wî karî kiriye!”.