Civak
4 kesên din li Silêmaniyê canê xwe ji destdan

Îro çar kesên dinê pêketiyên pejika Korona li bajarê Silêmaniyê canê xwe ji destda.
Çavkaniyek ji Birêveberiya Tendirustiya Giştî ya Silêmaniyê ragihand: “Berî nîvroya îro çar kesên din li Silêmaniyê, piştî ku pêketiyê virusa Korona bûn û çend rojek bû li nexweşxaneyê da bûn, canê xwe ji destdan”.
Her wiha eşkere kir ku “4 pêketiyên nexweşiya virusa Koronaya nû COVID-19 dû zilamên temen 71 û 57 salî bûn û dû jinên temen 75 û 68 salî bûn ku sê ji wan li bajarê Siêmanî û yek jî ji qezayê Çemçemalê bû.
Bi vê yekê jî hejmara can ji dest danê li Kurdistanê bû 42 kes.