Dîsa Kongreya Neteweyî ya Kurd paşdixin

Kongreya Neteweyî ya Kurd ku demeke Kurd li bendê ne, û biryare roja 15ê Eylûla vê mehê birêvebiçe, lê wiha xûya dike ku wê dûyem car kongre bê paşxistin.

Kemal Kerkûkî Endamê Sekreteriyeta Lîjneya Amadekarê Kongreya Neteweyî ya Kurd da zanîn ku rayên cûda li ser Endamên Kongreyê heyeû got: “Li ser rêjeyan û dabeşkirina endamên kongreyê li navbera aliyan de cûdahî heye”. Kemal Kerkûkî ku nûnerê Partiya Demokrata Kurdistanê ye li lîjneya Amadekarê Kongreya Neteweyî ya Kurd de wiha bawere ku ew kêşe têne çareser kirin, lê belê dibêje: “Hinek meseleyên din hene ku divê bêne çareserkirin”.

Kerkûkî ji wê yekê ne bawere ku ev dema li pêşiya wan de heye têra encamdana kongreyê bike û got: “Eger hemû tiştek bi başî jî bikîn, em pêre nagihîn kongreyê li dema xwe de encam bidîn”, ji bo wê yekê “Niha hinek alî hene ku daxwaz dikin Kongreya Neteweyî bê paşxistin”.

Li gor zanyariyan Partiya Karkerên Kurdistanê PKK daxwaz dike hejmara zêdeyê endamên Kongreyê behra Bakûr û Rojava bikevin. Ewê PKK daxwaz dike eweye ku ji 600 endaman zêdetirê 310 endam ji bo wan be.

Nêrînek

  1. Lıgori ıdeaye tene kırin ku dawaxza PKK jı 600 delegeyi doza 310 delegeyi bo xwa bıke ev yek te wateya ku Kongıre, jı Kongıra Netwi\r\nberbı Kongıra PKK ve dıçe…

  2. Raste ,ú bé gumane,ku íro di meydana ú saha civaka Kurdistané de milmilanek,u péşbirkek siyasi drúst buye,ú xweşbexwtane li Kurdistané bihtiri pénci parti u réxistinén Kurd hene.Lé belé ew jí bé gumane,u bé şike u hezar cari mixabin ku,réxistinén weku pkk,u hevalbendén wé hertim u bi daré zoré u tena,tena ji bu berjewendíya partí u serokén xwe, xwe ferz kirine,u ticari li gor berjewendia netewa Kurd xwebat ú milmilane ne kirine u nakin.Véca ji ber vé sedemé ev kongire ticari serkefti nabé ,u armanca van réxistinan ji eve,hema bila her Kurdperwerek nív seetki/demjimer/ li méjú u díroka vé partíyé li bíra xwe bíné ,ez pi$trastim wé gelek kurdperwer hemfikir bin ,u ecébmayi bibin u belku şét u dín ji bibin.Ew ji bé gumane ,ku &i encam ji kongré derkevé wé li gor daxwaz u berjewendíya van partíyén xwedi ídeolojíyén ne Kurdwari bin.ew ji bé gumane ku “birayén” me yén Tirk u Faris u Ereb ji vé meselé ba$ dizanin,u bé dengin..

  3. Mixabin lé, li bakur, pivanén Kurdayetiye nemane.Bandora “çep en Kemalist”,Siyesata Kurd ya netewi dorpéç kiriye.Berjewendiyén Netewa Kurd yén bilind,li ber çav nahén girtin.”Projehén tewşo- mewşo”, bi desté PKK'é, li ser Gel'é Kurd hatiye ferz kirin.Sistema PKK'é, u kadrohén ku; bi vé SISTEM'é efirine,Tu car ,bandora avahiyén netewi kebul nakin .U KONGEYA NETEWI ji, di navde.Bifikirin, PKK'ya ku di xebatén xwe yén hizbi de, haya wé ji pivanén NETEWI tune;Ev PKK, pé$engiya KONGREYA NETEWI dike.Ev kijan mentiq'e ku; ji vé yek'é re béje amin.Tené, KONGREYA NETEWI nikaribun pék binin,(jibo,vé yeké gelek hewldanén PKK'é hene; wek, KNK'é.Lé KNK wek avahiyek PKK hat naskirin.U Marjinal ma.Wek dixwiye,PKK,wek hercari, xwe liser GEL'é kurd ferz dike.Her wext kare, “lingé xwe li satila $irxe u birjine”Tiştén ku;wenda bike ji xwe tune.çimki armanc,NE KONGREYEK NETEWI YA SERKETIYE.Proje eve;ya, wé di bin bandora minde be; yan ji bira xera bibe.Herdu şik ji di berjewendiya PKK' de ye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: