Polîtîk

Kongreya Kurd ji bo Rojava biryarên nû wergirt

Daxuyaniya rojnamevaniya Komîteya Amadekarê Yekemîn Kongreya Neteweyî ya Kurd

Li ser bangewaziya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ku roja 08.08.2013 bi peyamekî fermî daxwaz ji Komîteya Amadekarê Yekemîn Kongreya Neteweyî ya Kurd kir, ji bo helsengandin û lêkolîna li pêvajoya Rojava û ew rûdawên ku rû dane, şandekî bişînin Rojavayê Kurdistanê. 

Şanda navbihurî ji 7 endamên lîjneyê bi nûnerayetiya Komîteya Amedekar û dû kes kes li rûyê lojistikî ve hevkar û rênîşanderê şandê bûn, roja 19.08.2013 li Hewlêr bi rêkkeftin û piştî pênç roj bi duvdaçûn û seredankirina bajarên Rojavayê Kurdistanê, roja 23.08.2013 gihîştin Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û rapora xwe di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê pêşkêşî Sekreteriyeta Komîteya Amadekarê Yekemîn Kongreya Neteweyî ya Kurd kirin.

Sekretariyeta Komîteya Amadekar, rapora şandê xiste ber behs û guftûgoya endamên Komîteya Amadekar û li kombûna roja 29.08.2013 Komîteya Amadekar raporê bi başî helsengand û pejirand. Ji bo parastina şandê û dabînkirina hêsankariya lojistîkî, anîn û rexsandina wan ya keşûhewayekî aram, spasiya xwe pêşkêşî aliyên Rojavayê Kurdistanê kir.

Li civînê de Komîteya Amadekar piştevaniya xwe li ser hemû daxwaziyên welatiyên Rojava û pêşniyarên şandê nîşanda. Daxwaz jî li hemû aliyê peywendîdaran dike hevkar û piştevan bin, bo ku li zûtirîn dem de naveroka raporê wekî xwe bi cîh bikin.

Her wiha wêneyek ji rapora şanda Komîteya Amadekar, ji bo Rojavayê Kurdistanê û ji bo rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê re hate şandin.

Komîteya Amadekarê Yekemîn Kongreya Neteweyî ya Kurd

Daxwazî û pêşniyarên welatiyên Rojavayê Kurdistanê:

1- Hemû kes, partî û aliyan tekez li ser pêwîstiya bi cîhanîna Peymana Hewlêr û çalakkirina Desteya Bilinda Kurdî û Lîjneyên girêdayî Desteya Bilinda Kurdî bi taybetî lîjneya pîsporî û şareza (Texsîsî) kirin.

2- Daxwaz tê kirin ku bi lez kar ji bo ragirtina şerê li herêmên Kurdî bê kirin, ji ber ku şer ne li berjewendiya Kurd de ye û dibe sedema zêdebûna dijminên Kurd. Her wiha daxwaz kirin ku divê hemû alî li biryara şer û aştî de beşdar bibin û biryar bi tenê ne di destê aliyek de be.

3- Daxwaz tê kirin hêzekî serbazî ya hevbeş û yekgirtî li navbera hemû alî û pêkhatan de bê avakirin.

4- Daxwaz tê kirin bi lez ji bo Rojavayê Kurdistanê derman bê dabîn kirin.

5- Vekirina dergehê (Sêmalka) li navbera Herêma Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê ji bo karubarê bazirganiya giştî, lê belê bi bernameyeke rêkupêk û beşdariya kirdarî ya hemû aliyên Rojavayê Kurdistanê ne bi tenê di destê yek alî de bimîne.

6- Kar bê kirin ji bo ragirtina koçberbûna Kurdên Rojava ya Herêma Kurdistanê, Tirkiye û tenê rê bi wan xelkan bidin ku ji bo rewşa mirovî derbazî Herêma Kurdistanê bibin û derbazbûna wan bi rêkupêkî û ji bo demeke diyarkirî be.

7- Daxwaz tê kirin navenda serkirdayetiya partiyan vegerin Rojavayê Kurdistanê.

8- Ragirtina şerê ragihandinê ya li navbera aliyên Kurdî ku dijî hevdû dikin.

9- Kar bê kirin ji bo amadekirina wargehek(kampek) li Rojavayê Kurdistanê û eger xelk ji ber her sedemek neçar bê herêma xwe bi cîh bihêle, li wê kampê de bê nîştecîh kirin. Her wiha ji bo vegerandina koçberên Herêma Kurdistanê bo Rojava kar bê kirin.

10- Daxwaz tê kirin rêz li azadiya raman û karê rojnamevanî û rewşenbîran û rojnamevanan bê kirin û li karê wan de astengî neyê çêkirin.

11- Daxwaz tê kirin xelkê Bakûrê Kurdistanê zext bixin ser Hikûmeta Tirkiye ji bo vekirina deriyeke sînorî ya li navbera Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê.

12- Hinek xelk daxwaz dikirin ku li milê çek û teqemenî ve hevkariya (YPG) bê kirin.

Pêşniyarên şanda Kongreyê:

1- Ji bo dabîn kirina dermanên ji bo Rojavayê Kurdistanê lez (Emercency) bêne kirin.

2- Ji bo bi cîhanîna hemû daxwaziyên ku li jor pêşkêşî lîjneyê hate kirin, kar bê kirin.

3- Di derbarê vekirina deriyê Sêmalka (Pêşabîr) ya jib o karubarên bazirganî, dive sîstemekî nû bê danîn û li wî aliyê sînor yek alî di destê xwe de negre.

Komîteya Amadekarê Yekemîn Kongreya Neteweyî ya Kurd

02.09.2013

 

Back to top button