Polîtîk

Li Mûsilê konsulê Tirkiyeyê rastî êrîşek terorîstî hat

Wezareta derve ya Tirkiyeyê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku, îro duşemiyê, li bajarê Mûsilê li bakurê Îraqê, karwanê otomobîlên konsulê giştiyê Tirkiyeyê yê li Mûsilê rastî êrîşeke terorîstî hatiye û konsul û hevalênxwe bi selamtî jê rizgar bûne.

Herwesa ajansa Anadul jî di nûçeyeke xwe de diyar dike ku, bombeyek bi karwanê otomobîlên konsulê Tirkiyeyê yê Mûsilê li nav bajêr  teqiye û konsul û hevalênxwe bê ziyan jê wê teqînê xilas bûne.

 

Heta nuha tu aliyan berprisiyaraiya xwe ji bo wê bûyerê diyar nekiriye û polîsê Mûsilê jî dibêje lêkolîn berdewam e.

Back to top button