Diplomatkarê almanî dibe nûnerê Ban Ki-moon li Îraqê
Ban Ki-moon sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) Martin Kobler wek nûnerê xwe yê taybet û serokê UNAMIyê bo karûbarêb Îraqê destnîşan kir.
Martin Kobler ku bi eslê xwe almanî ye dê bibe nûnerê sekreterê NY û dê cîyê Ad Melkert bigre ku ji sala2009ê ve nûnerê taybet yê Ban Ki-moon û serokê UNAMIyê ye li Îraqê.
Kobler diplomatekê elmanî yê şareza û xwedî tecrûbeyeke zengîn e, ew ji sala 2010ê ve cîgirê nûnerê taybet yê Ban Ki-moon yê li Afxanistanê bûye û zêdetirî 25 salan jî wî di beşê siyaseta derve ya Almanyayê de kar kiriye.
Kobler berê weke sefîrê Almaniyayê yê li Îraq û Misirê jî kar kiriye û di tîmên taybet yên NYê yên li Haîtî, Nîkaragwa û Kamboçyayê de wek çavdêrê hilbijartinê kar kiriye.
Weke tên zanîn Ban Ki-moon sekreterê NY di 11ê îlona 2007ê de Stafan de Mistura wek nûnerê xwe yê taybet yê li Iraqê û piştî wî Ad Melker yê holendî û niha jî Martin Koblerê almanî bo karûbarên Îraqê û serokê UNAMI destnîşan kir.