Ji KCK-ê daxuyaniyek balkêş
‘AKP DIXWAZE TEVGERA ME TESLÎM BIGIRE’
KCK’ê bal kişand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di daxuyaniya di 27’ê tîrmehê de bi riya parêzerên xwe dayî de diyar kir ku ew xwe ji navberê dikişîne û got; “Rêber Apo 12 sal in di nava van şert û mercên girtîgehê de dijî, lê tu carî vê yekê ji bo çareseriyê nekir asteng, berovajiyê wê her tim hewl da rola xwe bileyîze û tişta diket ser milê wî pêk anî.”
KCK’ê bi bîr xist ku Ocalan ji sala 1993 ve gelek caran agirbestên yek alî îlan kir û diyar kir ku bê guman ev agirbest ji bo çareseriyê firsendên baş bûn. KCK’ê got, “Lê ji ber polîtîkaya hişk a dewletê ya înkar û îmhakirinê ev firsend hatin hebakirin!” KCK’ê ragihan ku Ocalan di dema hikûmeta AKP’ê de ji bo aşitiyeke civakî û çareseriyeke demokratîk gelek caran banga agirbestê kir û hewl da ku balê her kesê bikişîne ser çareseriya demokratîk û makezagonî. Her wiha hewl da ku dewletê jî nêzî vê çareseriyê bike.
KCK’ê got, “ Li şûna hikûmeta AKP’ê bi awayeke erênî nêzî van hewldanên watedar û nirxdar ên Rêbertiya me bibe, polîtîkayek berovajî şopand” û bal kişand ser hevdîtina Erdogan û Bush. KCK’ê got; “Di 5’ê mijdara 2007 de li Washingtonê di navbera Erdogan û Serokê DYA’yê Bush de lihevkirineke veşarî pêk hat, di encama vê lihevkirinê de êrişên hewayî û operasyona li ser Zapê dest pê kirin. Armanca vê lihevkirinê ew bû ku hêzên NATO’yê jî bi awayeke çalak bikeve dewrê û tevgera me tune bike. Bi teknolojiyên herî pêşketî li dijî gerîlayan êriş pêk anîn û xwestin tevgera me tesfiye bikin. Li aliyê din jî li dijî gelê Kurd dest bi êrişên lînc, qikirinên siyasî û çandî kirin. Her wiha hewl da ku li derve jî NATO û YE’yê bigire pişt xwe ku li hemberî tevgera me bibin xwedî yek helwest, hewl dan ku tevgera me dotpêç bikin.”
KCK’ê bal kişand ku Ocalan di sala 2009 de ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd nexşeriyek amade kir, lê dewletê dest danî ser nexşeriyê. KCK’ê got, “Tevgera me bi hemleya 1’ê Pûşpera 2010 bersiv da êriş û operasyonên dewleta Tirk. Nêzî 2 mehan ev hemle berdewam bir û bi xwe re lêgerîninên ji bo çareseriyê anî. Yek ji van lêgerînan ew bû ku dewleta Tirk rasterast bi Rêberê me re hevdîtin pêk anî.”
KCK’ê bal kişand ku Ocalan di sala 2010 de banga agirbestê kir û hewl da ji bo muzakereyên bi dewletê re zemînek biafirîne û ragihand ku di 13’ê tebaxa 2010 de agirbesteke yek alî li ser banga Ocalan hat îlankirin. KCK’ê got; “Di çarçoveya van hevdîtinan de Rêberê me ji bo çareseriya makezagonî û demokratîk di gulana 2011 de 3 protokol pêşkêşê dewletê kir” KCK’ê da diyarkirin ku li gorî lihevkirina di navbera Ocalan û dewletê de, diviyabû hikûmeta nû yak u wê piştî hilbijartina 12’ê pûşperê bihatiba avakirin, ji bo pêkanîna van protokan hewl bidaba û got ; “Heta niha AKP’ê tu pêngaveke erênî ji bo çareseriyê neavêtiye.”
DAWIYA PÊVAJOYEKÊ
KCK’ê bal kişand ku hikûmeta AKP’ê firsendek pir watedar û ev bangên me nexwest bibihîse û di polîtîkaya xwe ya înkar û tunekirinê de israrkir. KCK’ê bal kişand ser agirbesta yek alî di 13’ê Tebaxa 2010 de ji aliyê KCK’ê ve hat îlankirin diyar kir ku operasyonên leşkerî nehatine rawestandin, bi dehan jin, zarok û ciwanên Kurd di êrişên polîsan de hatin kuştin, bi hezaran kes hatin binçavkirin û girtin. KCK’ê bi bîr xist ku ji meha adarê heta niha 51 gerîlayan jiyana xwe ji dest daye û bal kişand ser bûyera Farqînê.
KCK’ê got; “Hikûmeta Erdogan piştî şerê di operasyona li Farqînê qewimî, bi ezmûnên xwe dest bi stratejî û textîkên nû yên êrişan kiriye. Bê guman, ji pêşketinên nerênî û windahiyên yên ku di demên pêş de biqewimin hikûmeta AKP’ê berpirsyar e.Erdogaan bi xwe di daxuyaniya dayî de li xwe mûkûr hat ku bi vî awayî pêvajoyek bi dawî bûye.”
AGIRBESTA YEK ALÎ Û HEVDÎTINÊN DI VAN ŞERTAN DE TÊRA ÇARESERIYÊ NAKIN
KCK’ê got, “Armanca Rêberê me ya ji hevdîtinên ku pêk dianî ew bû ku aşitî û çareseriyek ku gelê me heq kiriye bide destpêkirin. Lê hat dîtin ku hevdîtinên di nav şert û mercan de têne kirin, ji bo çareseriyê tu derfet neafirand û têrê nekir. Rêberê Gelê Kurd 3 protokol pêşkêş dewlet û Tevgera me kir, lê dewletê tu bersivek neta van protokalan.” KCK’ê ragihand ku Ocalan nêzîkatiyên dewlet û KCK’ê bes nedîtiye, ji ber jî ragihand ku ew ê xwe ji navberê vebikişîne.
DI VAN ŞERTAN DE ÇARESERIYA DEMOKRATÎK PÊK NAYÊ
KCK’ê got; “Di rewşa ku em têde ne de, ger derfet neyê dayîn ku em yekser bi Rêberê xwe re hevdîtin pêk bînin, û ger Rêberê Gelê Kurd ji bo bikaribe rola xwe bileyîze, nikare bi awayeke azad tevbigere, ev yek bi awayeke zelal nîşan dide ku di van şertan de çareseriya demokratîk pêş nakeve. Em weke Tevger û gel nirxeke bêhempa didin hewldanên Rêberê xwe yên ji bo çareseriyê. Ji bo ev hewldan bê bersiv neyne, heta niha, li rexmê şertên esaretê yên li Îmralî û siyaseta dewletê ya înkar û îmhayê, em bi awayek hesas û hestyar tevgeriyan. Lê careke din hat dîtin ku ev pozîsyon û hesasiyeta me têra pêşketina pêvajoyê nekiriye.
Çareseriya pirsgirêka Kurd a ku bûye weke girêkorekê, encex dikare bi muxatabgirtina Rêber Apo, û ji bo bikaribe rola xwe bileyîze, bi afirandina şertên wî yên tenduristî, ewlehî û bi awayeke azad tevgeryan, gengaz e.” KCK’ê bi bîr xist ku Ocalan 12 sal in di şert û mercên esaretê yên Îmralîyê de ye û diyar kir ku heta ‘Rêbertiya me azad nebe, wê çareseriya pirsgirêka Kurd jî pêk neyê’ û diyar kir kesên ku pirsgirêka Kurd, ji rewşa Rêberê Gelê Kurd û PKK’ê cûda dikin, bi tu awayî naxwazin pirsgirêk çareser bibe û xwedî niyetên din in
DIVÊ PÊŞIYA OCALAN VEBE
KCK’ê got; “Pêwîste dewlet nîşan bide ku dest ji riyên dijwarî, çewsandin û tasfiyekirinê berdaye û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di çareseriya makezagonî ya demokratîk de dilsoz e û herwiha divê şert û mercên tendurustî, ewlekarî û tevgerîna azad ya Serokatiya me biafirîne. Berovajî weke tevger û gel wê ti beyan û geşedan ji bo me tatmînkar nebe.
Çareseriya pirsgirêka Kurd her roj ji roja din zêdetir bi awayek dijwar xwe disepîne. Tenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî wî hêzî û rolî ye ku bikare çareseriya demokratîk ya pirsgirêkê pêk bîne. Ev rastî ji aliyê herkesî ve tê zanîn û tê pesend kirin.Ji ber vê yekê ji bo zû ketina pêvajoya çareseriyê pêwîste pêşiya Rêberê Gelê Kurd bê vekirin.
Divê hemû alî û derdorên çareseriyê dixwazin vê rastiyê bibînin, ji her demê zêdetir bi awayek hestyar û wêrek tevbigerin, wê ev yek ji bo çareseriyê ximzeteke mezin be. Aşitiyek mayînde bi vê yekê dibe. Em weke tevger ji her demê zêdetir xwediyê wê biryardariyê ne ku kêmaniyên berê derbas bikin, di çareserkirina pirsgirêka Kurd , azadiya Rêber Apo de bi bandor bin û xwedî rêbazên dewlement ên çareseriyê yên tekoşînê ne. Di vê rewşê de polîtîkaya di dîroka Komara Tirkiyeyê de bi rêbazên înkar û îmhayê hatin meşandin îflas kirine.
Niha jî AKP dixwaze bi rêbazên cûda van siyasetane careke din bîne rojev, ew yek teqez e ku wê li hemberî tekoşîna me ya ku xwe dispêre ezmûnên mezin bê encam bibîne. Niha jî bi ber awayî riya xweparastina gelê me û tevgera me ya li hemberî polîtkayên tundiyê vekirî ye. Divê ev rastî were dîtin, ne ku dîsa serî li rêbazên tundiyê bidin, bangawaziya ku Rêberê me di 27’ê Tîrmehê de kiribû li ber çavan bigirin, wê ev yek rê li ber çareseriyê veibke. Ev yekane riya çareseriya ji binî ve ye. Ji ber wê jî ji bo Rêberê me bikaribe rola bileyîze, divê şert û mercên bêne afirandin. Wê hemû tekoşîna me ji bo vê yekê be. Wê afirandina şertên ewlekarî, tendurîstî û bi awayek azada tevgeryana Rêberê me wê armanca me ya bingehîn be.”
(ANF)