Hevpeyvîn

Burkay: Ez ne projeya dewletê me

Stenbol: Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Kemal Burkay ku piştî 31 salan ji Stokholmê vegeriya Tirkiyê da zanîn ku, ‘ne mimkun e projeyeke dewletê be’ û got: ‘’Ev 50 sal e ez di nav xebatê de me. Gelo ez alternatîfek im dê gel biryarê bide. Li gor min xebata em dimeşînin alternatîfek e.’’

Siyasetmedarê Kurd Kemal Burkay di bernameya Tarafsiz Bolge-Herêma Bêalî ku di Cnnturkê de tê weşandin bû mêvanê Ahmet Hakan. Burkay, bibîrxist ku ji serdema Ozal û şunde boykotek danîne ser û wiha axivî: ‘’Nerînên me piştî serdema Ozal êdî nema di medyayê de cîh girtin. Boykotek hat sepandin. Heta ku AKPê dest bi vebûnê kir. Di vê pêvajoyê de êdî nerînên me di medyayê de cîh girtin. Boykot rabû. Lê belê nerînên min diyar in. 50 sal e xebata siyasî dikim. Loma ger hatina min wek projeya dewletê bê dîtin ne rast e. Neheqiyeke pir mezin e.’’ Burkay wiha bersiva pirsên Ahmet Hakan dide:

Ahmet Hakan: We Stenbol çawa dît?

Kemal Burkay: Stenbol pir guheriye, ti balaxaneyek nebû niha gelek balaxane hene. Lê belê kendava wê xeniqandine.

Hun 31 sal berê çawa derketin derveyî welêt?

Min xwest ji Stenbolê herin Swêdê, lê belê hevalan maqûl nedît û neçar mam di ser Sûriyê re derkevim derve. Dengê potînên darbeyê dihat. Ji xwe piştî ez derketim derve zêde pê neçû dijî gruba me operasyon kirin.

Hun zilamê AKPê ne?

Berî bi 2 salan ez fikirîm ku vegerim welêt. Evna bi siyaseta vebûnê ya AKPê pêk hat. Boykota medyayê ya li ser min rabû. Berê nerînên min di medya de cîh nedidîtin. Di serdema Ozal de zemîneke diyalogê hebû, lê ligel mirina Ozal ev bingehê diyalogê nema û ambargoyekê dest pê kir. Vê ambargoyê heta siyasta vebûnê ya AKPê berdewam kir. Ligel van polîtîkayan ambargo jî rabû û êdî nerînên min di medyayê de cîh dîtin. Ez ne li ser xwesteka hikûmetê hatime. Ti temaseke min ligel hikûmetê çênebû lê serokwezîr çend nav dan û got dikarin vegerin Tirkiyê. Yek ji van navan jî ez bûm. Piştî van axaftinan, Beşîr Atalay li min geriya û got ‘ma ti dikarî li vegerê bifikirî?. Ez ne AKP-î û ne jî BDP-î me. Pêşandana min wek zilamê AKPê neheqiyeke pir mezin e. Vê carê derdora BDPê têgehiştîtir tevgeriya. Wek berê zêde tohmetbar nekirin. Ji 20-ê vê mehê û pê de ezê herim Diyarbekirê. Wezîr li min geriyan û gotin em dixwazin hev bibînin. Ti komplekseke min nîne. Ji ber van hevdîtinan ger min wek AKP-î tawanbar bikin ne rast e.’’

Çi cûdahî di navbera nêzîkatiya we û BDPê ya derbarê çareserkirina pirsa Kurd de heye?

Me destpêkê di Partiya Karkekeran a Tirkiyê de xebatên siyasî meşandin. Me piştre Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) damezirand. Em berî wan hebûn. Em partiyek in û ji bo çareseriyê rêyek aştiyane bingeh digrin. PKK jî partiyeke ku şiddetê bingeh digre. Ti çalakiyek me ya şiddetê çênebûye. Di destpêkê de em xwediyê girseyek mezin bûn. Me 1977an bi awayekî serbixwe Şaredariya Diyarbekir qezenc kir. Me piştre Agirî qezenc kir. Xebata tevgera Kurd di salên 60 û 70an de bi rêbazên aştiyane berdewam kir. Ger darbe çênebûba, me yê li herêmê gelek şaredarî qezenckiribana. Şiddetê wiha kir ku hem tevgera Tirk û hem jî ya Kurd bi awayekî îllegal xebatê bimeşîne. Şiddetên ku hatin sepandin, tevgera Kurd neçarî şiddetê kir.

We çima şiddet ne hilbijart?

Ez wiha difikirîm ku ger ne dema wê be, mirov dest bi xebata çekdarî bike, ne raste. Derfetên legal hebûn. Em fikirîn ku xebata çekdarî ti encamê nade. Ez niha dibînim ku mafdar im. Şiddeta piştî salên 1984an, civak kir dû parçe. PKK bi şiddetê mezin bû û em jî biçûk bûn. Rêxistinên çepgir jî biçûk bûn. Meydan ji kesên çekê bikartînin re ma. Civakê em ji bîr kirin. Tenê dengê kesên çekê bikartîne hat bihîstin. Ciwan tenê PKKê nas dikin. Lê li ser vê yekê re jî me xwe li ser piyan girt. Ev jî serkeftineke.

Destkeftên îro ne bi çekê hatine qezenckirin. Ger darbe çênebûba, ji xwe me yê gelek şaredarî qezenc kiribûna. Ango tevgera Kurd wê demê bi rêxistin bû û arîkariyeke girseyî ya meyî mezin hebû. Darbeya 12ê Îlonê, astengî li pêşiya rêyên aştiyane yên tevgera Kurd û çepgiran çêkir.

Hun bi projeyeke dewletê hatin? Wekî lîderek alternatîf hatin?

Ne mimkûne ku ez projeyeke dewletê bim. Ev 50 sale ez di nav xebatê de me. Wê girse biryara wê yekê bide, gelo ez alternatîfek im. Bi baweriya min, xebata ku em birêve dibin, alternatîfeke. PKK 30 salan xebata çekdarî meşand û niha aştiyê dixwaze. Ango rêbaza me ya aştiyane rast bû.

Hun çi dixwazin? Hun fikrên cûdaxwaziyê diparêzin?

Li gor min, fikrên min ne cûdaxwazî ne. Em federasyonê diparêzin. Gelek salan ji bilî me kesî daxwaza federasyonê nekir. Li gor me federasyon ne cûdaxwaziye. Li cîhanê gelek nimûneyên wê hene. Elmanya û Îsvîçre federasyon in. BDP xweserî ango otonomiyê dixwaze. Em jî federasyonê dixwazin. Hê zêdetir di federasyon de wekhevî heye. Li cîhanê gelek dewletên federal hene, ne xweserî û ne jî federasyon ne cûdaxwazî ne. Min di salên 1993-94an de, car caran bi telefonê li gel Ocalan hevdîtin pêkdianî. Piştî kuştina 33 leşkeran, ez li Ocalan geriyam û min got, ‘We çima ev yek kir.” Ji min re got, agehdariya min jê nîne, lê em neçarin bigrin stûyê xwe. Alîgirên PKKê, Xabur xistin hewaya serkeftinê. Ev şaş bû. Artêş û mûxalefetê piştgirî nedan vê pêvajoyê. Amadekariyên AKPê jî zêde ji vê pêvajoyê re nebûn.

Çareseriyek çawan?

Tişta ez ji çareseriyê fêm dikim û ya hikûmet fêm dike, pir ji hev cûda ye. Ez federasyonê dixwazim, lê hikûmet ne di nav çareseriyek bi vî awayî de ye. Lê çareserî karê pêvajoyê ye. Heta niha ev hikûmet ya herî erênî ye. Lê dema hikûmet rastî zehmetiyên pragmatîk tê, paşde gav diavêje. Ez alîgirê wê yekê me ku hikûmet wê yekê pal bide. Aliyê çepgir bi awayê pêşdaraz nêzîkê AKPê dibe. Ji ber paşeroja wê oldar e, nerênî temaşe dikin. Lê divê di hinek sepandinên deshilatdariyê de bibin alîkar. (Rudaw)

 

 

Back to top button