Civata wîlayeta Besrayê herêmeke federal dixazin
Civata wîlayeta Besrayê ya başûrê Îraqê ku, sêyemîn mezintirîn wîlayeta Îraqê ye, dixazin herêmeke federal ji xwe re pêkbînin.
Zêdetir ji nîvê endamên civata wîlayeta Besrayê namyek ji serokwezîrê Îraqê Nurî Malkî re şand û tê de daxaza pêkanîna herêmeke serbixer a federal dikin
Civata wîlayetê di nameya xwe de daxazê ji serokwezîr Malkî dikin kur ê ji xelkê wîlayeta Besrayê bê dan ku di rapirsiyekê de çarenivîsê wîlayeta xwe diyar bikin
Serokê civata wîlayeta besrayê Cebar Emîn di daxuyaniyekê de ji rojnameya Heyat re got ku wan nameyek ji Malkî re şandiye da ku tedbîrên qanûnî ji bona biherêmkirina Besrayê bigire û got:
– Ferderalî mafekê destûrî ye, em jî li gor destûra Îraqê daxaza wî mafî bo wîlayeta xwe dikin. Ji berhindê pêwîste serokwezîr hêsankarî û rêyên qanûnî yên pêwîst ji bo encamdan referndomê amade bike.
Weke tê zanî beriya demekê serokê parlamentoya Îraqê Usame Nûcêfî jî di serdana xwe ya bo Amerîkayî li Waşmgtonê pêşniyara herêke federal bo Suniyan kir û ev pêçniyar ji aliyê kurdan ve bo germî hat pêşwazî kirin, lê erebên mejî hişk dij rawestan.