Serok Barzanî pêşwazî li heyeteke kesatiyên Bakûr kir

Duhî roja şemiyê 6.08.2011ê li havîngeha Selahedînê, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li hijmareke kesayetiyên kurd yên bakurê Kurdistanê kir.
Heyeta kesatiyên kurdên bakûrê Kurdistanê ji Dengîr Firat, Îhsan Aslan, Sabahedîn Cewahîrî,  Necat Nasiroglu û hindekên din pêkhatibû.

Bi minasebeta wefata dayîka serokê Kurdistanê, heyetê  sersaxiyên xwe pêşkeşî serok Barzanî kirin.

Weke tê zanîn di roja 27.07.2011ê de, hevjîna serkirdeyê Kurdistanê Mele Mistefa Barzanî û dayîka serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî xatûn Hemaîl Xan,  di 85 saliya xwe de wefat  kir.

Nerîna min :