Ehmed Dawudoglu diçe Sûriyê
Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyb Erdogan duhî ji Reuters eşkere re kir ku wezîrê derve yê Tirkiyeyê dê roja sêşemiyê serdana Sûriyeyê bike û dê nameyeke Erdogan bigihîne serokê sûrî Beşar Esedî.
Erdogan herwesa got jî ku êdî Tirkiye nikare li hember wê kuştin û xwînrêtina emin û artşe sûrî li dijî xwepêşandnan dike, bêdeng bimê.
Ehmed Dawudoglu wezîrê derve yê Tirkiyeyê got ku divê Sûriya hişiyarkirinên Tirkiyeyê û civaka navdewletî bi cidî werbigire.
Dawudoglu got jî ku Tirkiye ji nêzîk ve çavdêriya bûerên Sûriyeyê dike û „dê Tirkiye ji nuha û pê ve, ji bona rawestandina kuştina hevwelatiyên sivîl, her gaveke pêwîst be pavêje. Divê Sûriya peyamên Tirkiyeyê û civaka navdewletî bi cidî werbigire. Divê bi zêtrîn wext bikaranîna şidetê rabigire.“