DIJMINATIYA DÎNÊ ÎSLAMÊ ÇI SÛD DIDE KURDAN?
Hin kes di van demên dawîn de dijminatiyeke mezin bi Dînê Îslamê û cenabê Pêxemberî re dikin. Peyvên wisa giran û bêrê bi kar tînin ku meriv nikare wan gotinan ji kesekî normal re jî bêje.
Ew kesên wisa hem bi navê ”Kurd” û qaşo ji bo ”Mafê Kurdan” hem jî bi piranî bi zimanê tirkî dinivîsin.
Gotinên wan kesan eger bi xûta rexne bête kirin, li ser çavan û li ser seran. Lê wek dijûn, piçûkxistin, pîskirna dîn nayê pejirandin.
Gelo ew kes dikarin wan gotinan ji Îsa Pêxember û Mûsa Pêxemberî re jî bibêjin? NA! nikarin bêjin.
Binerin Îsa pêxember bê bav hatiye dinyayê. Xelkê Qudsê diya wî qewirandin ku ew hêj nezewiciye û kurek aniye. Kes behsa Mûsa Pêxemberê ku gelek jin ji xwe re rewa didît jî, nake.
Di serê pêşî de dema Mihemed Pêxember reviyaye û çûye xwe avêtiye dêrekê, keşe ew parastine.
Li Ewrûpayê gelek rahîbeyên ku jiyana xwe hibeyê dêrê kiribûn û bi sedan avis derketin jî nake.
Lê di vê dema nazik û zîz de, çi dema yek zêvir dibe, peyvên giran li dijê Mihemed Pêxember û Dînê Îslamê bi kar tîne.
Mafê kesî tune ku kes li ser navê Kurdan dijminatiya Mihemed Pêxember û ya Dînê Îslamê bike. Kesê ku bike, bêguman ew suxreya dijminên Neteweyê Kurd dike.
Hinek dibêjin: ”Tiştê ku DAIŞ niha dike, Îslamê jî berê dikir.” ne rast e.
Ewên ku berê jî ew kiryar bi navê dîn dikirin, bi xûta panerebizmê dikirin lê Dînê Îslamê kiribûn şûr û pê ser xelkê jê dikirin. Pir kes niha di nava DAIŞê de hene ku ne bisilman in jî. Amac ev e ku Kurd nebin xwedanê mafekî siyasî, lê dîn ji xwe re bi kar tînin. JI BER KU DÎNÊ ÎSLAMÊ BÊ XWEDÎ YE.
Desthelatiya Erebistana Seûdî Wehabî ye.
Çima kes jê napeyive?
(Çi kesê bi navê KURD dijminatiya Dînê Îslamnê bike, ez wî ji hevaltiya xwe davêjim)
Hêvîdar im ku rewşenbîrên Kurd li ser van babetan hişyar bin. Her şad û bextewer bîn…
24/ 07/ 2020
Zeynelabidin Zinar