Civak
Li Rojhilatê Kurdistanê zewac û jiyana hevbeş kêmbûye

Li Rojhilatê Kurdistanê pêkanîna jiyana hevbeş û zewacê kêmkiriye, li beramber da cûdabûna hevjînan zêdetir bûye.
Li gor rapora navenda amara Îranê, li sala 2019 da beamber sala 2015 rêjeya pêkanîna jiyana hevbeş li wî welatî % 40 kêmkiriye. Li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê rêjê nêzîkî % 31 e.
Li Îranê 12 milyon ciwanên Îranî li temena hevsergîriyêdane lê belê Hikûmet ji bo sozên ku ji alîkakirîkirina hevsergîriya ciwanan bi cîh neaniye. Her wiha milyonek û 500 hezar Îranî gihîştine temenek ku êdî nikarin hevsergîriyê û zewacê pêkbînin.