Cîhan

Dibe ku di civîna hukumeta Tirkiye de biryara operasyona bejayî bê dayîn

Rayedarên payebilind ên Enqereyê di derbarê operasyona bejayî yak u ihtimala Tirkiye li himber rojavayê Kurdistanê û Suriye bike, ajansa Reutersê re axivîn. Rayedaran di daxuyaniya xwe ya ji bo Reutersê de diyar kirin ku di civîna encumena wezîran a ku îro tê lidarxistin de dibe ku biryara “operasyona bejayî” bê dayîn.

Berpirsekî pilebilind ê Tirkiyê di vê derbarê de got: “Hêzên çekdar ên Tirkiyê tenê çend rojan hewce ne ku bi tevahî amade bin.” Ji bo operasyona bejayî jî bi gotina “Operasyon wê demek dirêj nede destpêkirin” navê Minbiç, Kobanê û Tel Rifat derbas dibe. Hat diyarkirin ku Enqere bi Moskova û Washingtonê re di nav “têkiliyê” de ye.

Back to top button