Daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê

Birêz Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê da, digel birêz Serokwezîrê Iraqa Federal û aliyên siyasiyên pêşhatan rewşa emnî û siyasî ya welat gotûbêj kirin û tekez li ser hevkarî û hevahengiya di navdera tevahiya aliyan kir, ji bo piştevanîkirina li Hikûmeta Federala nû ya Iraqê û serxistina karnameya wê. Herwesa bi hevra karkirina ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê yên di warê maddeya 140ê, bûdce û şayesteyên darayî, rewşa Şingalê û pirsgirêkên welat bi giştî bi rêya diyalog li ser esasê destûrê û parastina aramî û serweriya welat kar kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr El-Sudanî bi temamî hevfikir bûn û dupat kirin ku bi tu awayî rê ji tu gef û kiryarên leşkerî li sînorên Herêma Kurdistan û Iraqê li hember welatên cîran nayê danîn, ji bona vê armancê jî, wek hertim, hevkarî û alîkariyan pêşkêşî penaberan dikin, lê belê rê li ber hebûna grûpên çekdar li Herêma Kurdistanê nayê dayîn, ji ber wê jî Hewlêr û Bexda dê ji bo parastina ewlehiya sînoran bi hemû awayî hevkarî û hemahengiyê bikin û bi welatên cîran re jî hevahengî û hevkariyê bikin û tedbîrên pêwîst werbigrin.

Serok Nêçîrvan Barzanî hemû alî piştrast kirin û balkişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê, wek hertim, dê bibe faktora aştî û aramiyê ji bo Iraq û welatên cîran û navçeyê û bi tu awayî rê nade ku sînor û axa wê bibe penageheke aram ji bo grûpên çekdar û cihê metirsiyê bo ser welatên cîran, herwesa dixwaze pêşdabirina têkiliyan li ser esasê rêzgirtin, cîrantiya baş û berjewendiyên hevbeş be. Di heman demê da ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxwe û derve li deverê, em bi pêwîstî dizanin ku hemû alî bi diyalog û lihevtêgihiştin û bi awayekî aştiyane pirsgirêkan çareser bikin, ji bo vê yekê jî Serokatiya Herêma Kurdistanê berheve rolek erênî û avaker di vî warî da bibîne.

Serokatiya Herêma Kurdistanê
28.11.2022

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: