
Li navçeya Bismilê ya Amedê di encama şerê çekdarî yê navbera du malbatên dijmin de 3 kes mirin û kesek jî birîndar bû. Herdu malbat li Bismilê liqay hev bûn û dest nikaşê kirin, di encama niqaşê de şer derket û çekhatin bi karanîn.
Di encam de,Recep Gümürcü û Husamettin Tekin li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan.. Sedat Tekîn û Meydin Gûmûrcû yên bi giranî birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismil û Amedê. Li ser agahdarkirinê polîs û timên tenduristiyê yên lezgîn 112 sewqî herêmê kirin. Ji birîndaran Meydin Gümürcü û Sedat Tekîn jî di newxweşxaneyê de jiyana xwe ji dest dan.
Cenazeyên 4 kesên mirine ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Amedê. Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bismilê ve derbarê bûyerê de hat destpêkirin de 2 şikbar hatin binçavkirin.