Li balafirgeha çandiniyê ya navçeya Erbetê ya Silêmaniyê teqîneke bihêz rû da.

Rêveberê Nahiyeya Erbetê Daban Mihamed ragihand ku bi dronan êrişî balafirgehê hatiye kirin.

Di êrişê de 3 endamên Yekîneya Dijî Terorê ya Pêşmerge şehîd ketine û 3 Pêşmerge jî birîndar bûne.

Serokê YNKê Bafil Talebanî daxuyaniyek belav kir û tê de bi tundî êrîşa li ser Firokxaneya Çandiniyê ya Silêmaniyê  şermezar kir.
Daxuyaniya Bafil Talebanî wiha ye:
Em bi tundî êrîşa terorîstî ya li ser firokexaneya Çandiniyê Erbet ya Silêmaniyê şermezar dikin, ku di encamê de 6 pêşmergeyên qehreman ên şerê  dijî terorîstan li Kurdistanê şehîd û birîndar bûne.
Ev kiryara tawankar derbazkirina vekirî ya sînorên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê ye û beşeke ji komploya ku bi armanca têkbirina aramî û aramiya Herêma Kurdistanê bi taybet sînorê Silêmaniyê tê kirin. 
Ji bo rûbirûbûna dûbarebûna van binpêkirinan, erkê aliyên siyasî yên Heremê  ye ku bi hev re rûbirûyê metirsî û pirsgirêkên  ewlehiyê bibin û Kurdistanê ji dijmin û neyaran biparêzin.
Bi sersaxiyê û hevxemiya xwe ya ji dil ji bo malbat û xizmên şehîdên qehremanên têkoşîna dijî terorê ku şehîdên asayîşa Kurdistanê ne, hêviya başbûna bilez ji birîndaran re dixwazim. Herwiha em daxwaza rawestandina van êrîşan dikin û daxwaz ji hikûmeta Iraqê jî dikin ku di warê parastina erd û esmanê Iraqê û di nav de jî Kurdistanê de, erkên destûrî û niştimanî hilgire ser xwe û êdî rê nede van binpêkirinan.
Em bang li hemû dostên xwe, welatên cîhanê û hemû gelên azadîxwaz dikin ku ji bo rawestandina van êrîşên terorê helwesteke cidî nîşan bidin û bi me re bibin yek. Em kurd di van salên borî de li pêşiya rûbirûbûna terorê bûne û ji bo wê yekê qurbaniyên mezin dane û em nikarin bibin armanca van operasyonên terorîstî.
Welatiyên hêja yên Kurdistanê
Bi arikariya Xwedayê mezin û bi alîkariya we emê bi hev re vê rewşê derbas bikin û bi yekrêziya xwe aramiyê li herêma xwe dabîn bikin û emê rûbirûyê hemû pirsgirêkan  bibin.
Bafil Celal Talabanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: