Civak

Di şerê navbera du malbatan de 3 kes hatin kuştin

Li navçeya Tîlbîşar a Dîlokê, di şerê çekdarî yê di navbera du malbatên mirovê hev de, sê kes hatin kuştin.

Ji ber nakokiya erdê, di navbera du malbatên mirovê hevbû de şer derket.

Dema ku şer gur bû, kesek an kesên nenas gule reşandin.

Di bûyerê de Doğan Karakurt (41), Vahap Alparslan (21), û Hakan Alparslan (21) birîndar bûn.

Piştre hersê birîndaran jî jiyana xwe ji dest dan.

Back to top button