Nivîsar

Têbiniyek…! (9)

“Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê” ji bo guhdarîkirina rêxistinên civaka sivîl ên ji bajarên kurda civiya.

Dema Mehmet Bekir Şîmşek, Serokê Komeleya Tevgera Tehsîl-Perwerde-Zanistê ya Îslamî (ÎTTÎHAD), axivî behsa giringiya pêvajoyê jî kir, lê di beşek axvtina xwe de hem hêzên dewletê û hemjî helwesta PKKê rexne kir. 

Bekir Şimşek beşek axavtina xwe de got: “Çi ew kesên ku çavkaniyên dewletê bi navê dewletê îstismar dikin bin, çi ew kesên ku şaşiyan dikin bin, çi jî ew rêxistinên ku bi navê gelê Kurd siyasetê dikin bin, wan bingeha saxlem a ku Kurd û Tirkan bi hev ve girêdide xera kirine. Kurdan paşguh dikin, zimanê wan înkar dikin, li ser çiya û kevirên herêmê ‘Yan hez bike yan derkeve’ dinivîsin, û zarokan neçar dikin ku her sibeh li dibistanan bibêjin ‘Bila hebûna min diyariyek ji bo hebûna Tirkan be’.”


“PKK li dijî baweriya gelê Kurd şer îlan kiriye. Bi dehan mela li herêmê hatine kuştin. Dema ku ew hemî dihatin kuştin, wan ji raya giştî re digotin ku ew sîxur, xayîn û heta leşker in. Ji ber hin sedeman, li herêmê tu ne-misilman ji hêla PKK ve nehatiye kuştin. Ez nabêjim ku divê ew werin kuştin. Lê çima mizgeft tên serdegirtin, û çima şer li dijî çarenûsê tê îlankirin?”

Dema Şîmşek dest axvtina xwe kir, du endamên CHPê di komisyonê de derketin. Wan nexwest guh bidin axavtina Şimşek.  Di rastiyê de li goa wan Şîmşek keseke yan jî nêzikî rêxistinekiye ku, dijminatiya Kemalizmê dikin.

Ji cihek din ve, piştî vê axavtina Şimşek hem endamên MHP û Hem jî yên DEMê bertek nîşandan.

Cîgirê Serokê MHPê Feti Yıldız yekem kes bû ku bertek nîşanî Şimşek da. Yıldız got, “Binêre, me te vexwend vir, lê me te vexwend vir ne ku tu heqaretê leşker û polîsên dewletê bikî. “

Parlamenterê Partiya DEMê Saruhan Oluç qêriya, “Bi vî zimanî aştî dikare bê çêkirin? Me heta niha tehemûl kir. Hûn bi xwînê dixwin, şerm li we be, xwînxwar. Xwedê lanet li we bike.”

Pitî vê yekê endamên DEMê civîna komisyonê terikandin.

Gerek hem dezgehên dewletê û hemjî PKK û dezgehên pêve girêdayî, rastiya hatî jiyandin ve rû bi rû bibin. Ev tarhribatên di dema şer de hatin kirin  bi dehê salan nayên serastkirin. Raste zimanê ”aşitiyê” gerek zimanê toleransê be. Lê tu nikarî xetekî li ser 40 salên bûrî bidî û carekî de wek tiştek neqewmiyê her tiştekî wek bexçeyek gula bidî nişandin.

Bi dehê hezaran xelk hatine kuştin, bi hezaran gundên kurda hatin wêrankirin, bi hezaran înfaz di nava PKKê de çêbûn(Ocalan dibêje 15.000 kes di nava PKKê de hatine infaz kirin). Bi hezaran malbat ji holê rabûn zarok, jin hatin kuştin. Eger îro dema pêwist behsa van tiştan neyê kirin dê her rojekî hinek rabin bi awayekî vê yekê bînin rojeve. Eger rastî behsa ”aşitiyekî” bê kirin, divê her kes bi tolerans tehamûla rexneyan bike û rastiya hatî jiyandan qebûl bike. Başe eger dezgehên dewletê û PKKê ev tehrîbat nekiribin, kî kirine?

Ji aliyek din ve DEM çepên Kemalistên tirk weke nûnerê xwe dide nîşandan û ew nûnertiyê dikin û li gora îdeolojiya xwe li himber hin rêxistina helwestê datînin. Divê DEM nûnêrên PKKê bivê nevê tehemûla dezgehên kurd bikin û rexneyên wan guhdarbin.

Ihtimala ku ev kesên wek”çepên netewî” yanî Kemalist di nava DEMê de sibehî vê pêvajoyê têkbidin heye. Eger di rastiya xwe de misqalek pêwendiya vê ”pêvajoyê” pirsa Kurd ve hebe gerek DEM û niştimanperwerên di nava DEMê de rê nedin van Kemalistan..

19.9.2025

Nêrîn / Şirove

Back to top button