
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil diyar kir ku di pêvajoya siyasî ya Iraqê de paşdeçûnek xeter heye.
Cotyar Adil, di derbarê proseya siyasî ya Iraqê û pêwendîyên Hewlêr û Bexdayê de axivî.
Cotyar Adil, diyar kir ku piştî bûyerên siyasî yên sala 2003an nerînek hevpar a paşerojê di nava pêkhateyên Iraqê de derketiye holê û wiha got: “Lê belê em dibînin ku niha di metirsîya tunebûnê de ye. Di pêvajoya siyasî ya Iraqê de paşveçûnek metirsîdar heye“.
Adil diyar kir ku ew wek Herêma Kurdistanê peywendîyên xwe bi hikûmeta Iraqê re didomînin û got: “Gelê Kurdistanê ti tawîzan ji mafên xwe yên destûrî qebûl nake”. Cotyar Adil, da zanîn ku pirsgirêkên Iraqê ne tenê aborî ne û got ku pirsgirêkên pêkhatî zêdetir in.
Cotyar Adil got: “Niha em bi pêşketinekê re rû bi rû ne, lê divê em li bendê bin û bibînin ka wê çi bibe. Wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê helwesta me zelal e”.
Adil, amaje bi wê yekê jî kir, ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî berî pesendkirina projeyasaya bûdçeyê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî û rayedarên din re di peywendiyê de bû û got, tevî wê yekê jî, çend madeyên destûra Iraqê hatine binpêkirin.