Polîtîk

Di nava vê heftiyê de tên wezîfedar kirin

 

Berpirsê ofîsa ragihandina serokatiya herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de diyar kir ku wê di nava vê hefteyê de namzetê serokwezîrtiya hikûmeta Kurdistanê û cîgirê wî ji bo damezrandina hikumeta nû bên erkdarkirin.

Berpirsê ragihandina serokatiya herêma Kurdistanê Simko Enwer ji Rûdawê re got: “Di nava vê hefeyê de wê namzetê serokwezîrtiyê Nêçîrvan Barzanî û cîgirê wî Îmad Ehmed ji aliyê serokatiya herêma Kurdistanê ve ji bo damezrandina kabîneya nû bên erkdarkirin.”

Simko Enwer got ku, hê roja erkdarkirinê diyar nebûye, lê ev yek di nava karên serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya vê heftiyê de heye. 

Piştî erkdarkirina Nêçîrvan Barzanî û Îmad Ehmed, li gor qanûnê, dive di nava 30 rojan de heftemîn kabîneya hikumeta herêma Kurdistanê bê damezrandin.

 

Back to top button