Cîhan

HRW: Dengdana Rûsya û Çînê xiyanete li gelê sûrî

Rêxistina çavdêrçkirina mafê mirovî ya cîhanî (Human Rights Watch) di daxuyaniyekê de dengdana Rûsya û Çînê li dijî biryara Neteweyên Yekgirtî ya li dijî Sûriyeyê bi xiyanete li dijî gelê sûrî bi nav kir.

Pirojebiryara Neteweyên Yekgirtî .a li dijî Sûriyeyê, bi germî di nav civata ewlekariya navdewletî de hat minaqeşe kirin û di demê dengdanê de her du welatên Rûsya û Çînê pişta Esed girtin û veto li dijî biryarê deng da û rê neda ew biraya ji bê qebûl kirin.

Rêvebira çavdêrîkirin mafê mirovî li Neteweyên Yekgirtî di daxuyaniyekê de got ku di dema komkujiya Hemayê de, dengdana Moskova û Bejîngê her bi tenê ne derbek bû ji bo Komakara Erebî, lê xiyanet bû li gelê sûrî hatî kirin.

Weke tê zanîn roja 04.02.2012ê carek din Rûsya û Çînê li dijî proje biryara Komkara Erebî û Welatên rojava ku pêşkêşî Civata Ewlehiya Neteweyên Yekbuyî kiribû, veto bikar anîn.

Li gor komisyona bala ya Neteweyên Yekgirtî heta meha 11 sala 2011ê nêzîkî 4600 kes li Sûriyeyê hatine kuştin.

Back to top button