Civak

Di mehekê de 156 hezar tûrîst hatine Kurdistanê

Kenan Behadîn birêveberê ragihandinê yê desteya giştî ya tûrîzmê ya herêma Kurdistanê ragihand ku di meha borî de 156 hezar geştyar (turîst) ji parêzgehên başûr û naverasta Iraqê hatine herêma Kurdistanê.

Kenan Behadîn di daxuyaniyekê de ji AKnewsê re got:
– Li gor îstastçkîn hersê birêveberiyên tûrîzmê yên wîlayetên herêma Kurdistanê, ji 1ê hezîrana bor heta 30ê heman mehê, 156 hezar geştyar hatine herêma Kurdistanê.

Behadîn da zanîn ku ji wê jimarê, 108 hezar geştyar serdana Hewlêrê, 22 hezar geştyar serdana Duhokê û 26 geştyarên din jî serdan Silêmaniyê kirine û îsal rêjeya serdana geştyaran li gor sala borî bilind bûye ku di hezîrana borî de tenê 60 hezar geştyarên parêzgehên Iraqê serdana Kurdistanê kiribûn.

Back to top button