Polîtîk

Mafekî destûrî ye ku kurd dewleta xwe ya serbixwe damezrînin.

Kemal Kerkûkî di daxuyaniyekê de ji rojnameya Şerqulewsetê ya çapa Londonê re got, “Mafê me ye çarenivîsa xwe diyar bikin û wek netewe û gelên din yên dinyayê dewleteke me yê serbixwe hebe çimkî ew maf destûrî û asayî ne û çi guman li ser nine.”

Kerkûkî aşkere kir ku ew niha bi daxwaza xwe di nav dewleta Iraqê de dimînin û dengê xwe jî dane destûra Iraqê ku tê de teqezî li ser demokrasî, federalîyet û çareserkirina navçeyên arîşedar li Herêma Kurdistanê tê kirin.

Serokê parlamentoyê li ser madeya 140ê jî got, “ Li ber bicihanîna madeya 140ê gelek rêgir hene lê wek “mirî” binavkirina vê madeyê, şaşiyeke mezin a kujinde ya siyasî ye çimkî ew made destûrî ye û dê tenê bi mirina destûrê bemire.”

Kerkûkî amaje bi wê yekê jî kir, tevî sozên serokwezîrê Iraqê Nurî Malikî bicihanîna madeya 140ê gelekî dereng ket.

 (AKnews)

Back to top button