Polîtîk
Pêwist be emê îstifa bikin
Parlementerê serbixwe yê Diyarbekirê Şerefetin Elçî li navça Çinar a Diyarbekirê li gel hilbijêrên xwe civînek kir. Elçî di civînê de behsa rewşa ku di parlementoyê de hatî pêş kir û got heta hevalên me yên girtî neyên berdan em naçin parlementoyê.
Li ser daxuyaniya serokkomar Abdullah Gul jî Elçî got ku, gotinên ku dibîjin werin parlementoyê û emê pirsê çareser bikin me têr nake. Divê ji berî çûyina me ya parlementoyê ev pirs bête çareseririn. Eger havalên me neyên berdan emê ji parlementeriyê jî istifa bikin.