Şeva 22ê temûzê çiraya mala xwe vemirînin
Partiyên kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê piştgiriyê didin banga serokê girtî yê Rêxistina Mafê Mirov a Kurdistanê Seîd Kebudwend ku daxwaz kiribû 22ê pûşberê (13 temûzê) bikin roja şermezarkirina terorkirina Dr. Ebdurehman Qasimlo.
13ê temûza îsal, 22 sal bi ser terorkirina rêberê Partiya Demokrata Kurdistan-Îranê Dr. Ebdurehman Qasimlo re derbaz dibe ku li Viyana paytexta Austiryayê hatibû teror kirin.
Ji ber wê minasebetê serokê rêxistina Mafê Mirov a Kurdistanê Seîd Kebudwend ku niha li girtîgeha Ewîn ya Îranê girtiye û namzetê xelata Nobel a aştiyê ya 2011an e, dûşema borî ji girtîgehê nameyek pêşkêşî gelê kurd kir. Di nameyê de daxwaz kir ku roja terorkirina Qasimlo şermezar bikin û bi çalakiyên sivîl wê rojê bibîrbênin. Kebudwend berê peyama xwe dide rûniştvanên parêzgehên wekî; Îlam, Kirmanşah, Kurdistan, Azerbeycan, Rojava, Hemedan û Xuresana Bakûr.
Partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi belavkirina çend belavokan piştgiriyê didin banga Kebudwend. Polîtborûya Partiya Demokrata Kurdistanê bi wê boneyê daxuyaniyek belav kir û dibêje:
– Partiya Demokrata Kurdistan-Îran pêşwazî û piştgiryê li vê helwesta sivîl û her di vê demê de wêrekiya birêz Mihemed Sedîq Kebudwend dike. Em piştrastîn gelê Rojhilatê Kurdistan û kurdên li her cihekê Îranê, wê 22ê pûşberê wefadariya xwe ya ji bo armancên rêberê şehîdan û bêzariya xwe li ser rejêma terorîst û terorperweriya Komara Îslamî bi awayên cûrbecûr nîşan bidin.
PDK-Î daxwazê ji gelê Rojhilatê Kurdistan dike ku ji salên berê zêdetir bi awayek hevgirtî wê rojê bîrbênin û çend daxwazan pêşkêş dike.
1- Roja 22ê pûşberê bikin roja greva giştî. Li gel girtina dikan û bazarê, li bajar û bajarokan xwe ji çûna bo kar bi parêzin.
2- Saet 08.00ê roja çarşemê, 22ê pûşberê li gor dema Tehranê ji bo deqeyekê li her cihê ku hun lê bin, bi taybet jî di nava bajar û cihên giştî de, ronahiya otomobîlên xwe ronî bikin û li horinê bidin.
3- Roja 22ê pûşberê bi awayên cûrbecûr salvegera şehîd Dr. Qasimlo bilind bikin. Guh bidin gotinên wî, gotinên wî bi SMSan ji dost û hevalên xwe re rêkin. Herin serdana malbatên şehîdên Kurdistanê, herin ser gorên şehîdan û wefadariya xwe ya ji bo armancên wan dûbare bikin.
4- Şeva 22ê li ser 23ê pûşberê saet 22.00an li gor dema Tehranê 3 deqîqeyan ronahiya mala xwe ji bo salvegera tawana Viyana bigrin û slogana “Qasimlo, Qasimlo berdewama rêya te heye” dûbare bikin.
5- Di roja 22ê pûşberê, rojên berê û piştre li ser hest û amade bin, ji bo di dema êrişên hêzên serkutker ên bo ser dikan, mal û giyanê her hevwelatiyekê amade bin û bi awayek kom bi ser wan de herin. (Rûdaw)