Civak

Du hezar xwendekar bo derve tên şandin

Wezîrê xwendina bilind û lêkolînên zanistî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Dilaver Elaedîn diyar kir ku, di dewra sêyem a tuwanasaziyê de dê 2 hezar xwendekar bo derve bên şandin.

Dilawer Elaedîn wezîrê xwendina bilind û lêkolînên zanistî ji AKnewsê re axivî û diyar kir ku, komîteya bilind a tuwanasaziyê di civîneke xwe de ku, çend roj berê bi serokatiya serokwezîr Berhem Salih hat bû saz kirin, biryar hate dayîn ku, di qonaxa sêyem a tuwanasaziyê de 2 hezar xwendekar ji herêma Kurdistanê bo derve bên şandin.

Elaedîn got jî ku, vê care dê hezar xwendekar li ser hesabê wezareta xwendina bilind û hezarê din jî dê li ser hesabê wezaretên din bên şandin.

Wezîr Elaedîn, da zanîn, di bernameya tuwanasazî ya kes û karên şehîd û enfalkiriyan de, 5 xalên din hatiye zêdekirin, bo ku şansê wan zêdetir be.

Ji aliyekî din, Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê got:
–  Bi mebesta geşedana deverên kêşedar û pêşxistina asta xwendekarên wan deveran, dê ji vir û pêde, xwendekarên wan deveran jî beşdarî bernameya tuwanasaziyê bikin.

Her sal 100 milyon dolar ji bûdceya herêma Kurdistanê bo bernameya tuwanasaziyê tê terxankirin û hejmarek xwendekar bo derve tên şandin bo xwendina master û doktora li zanîngehên pêşketî yên cîhanê bidest bixin.

Back to top button