Di kongreya Hak-Parê de Ey Reqîb hate xwendin
4. Kongreya Awerta ya HAK-PARê di Salona Kongreya Endezyarên Avadaniyê de hatiye lidarxistin. Di salonê de 450 Şandeyên Hak-Parê beşdar bûn û panqarta ‘’ Perwerdehiya bi Zimanê Dayikê Mafekî Rewaya’’ hatiye deliqandin. Di kongreyê da alayê Tirk nehate deliqandin.
Di Kongreyê de û sirûda Neteweya Tirk nehate xwendin lê Sirûda Neteweya Kurdistan ya Ey Reqîb hate xwendin.Tiştê balkêş ew bû ku dema ku Ey Reqîp hate xwendin Alîkarê Serokê AKP Salîh Kapusuz û Parlamenterên Amedê Îhsan Arslan û Abdurrahman Kurt jî rabûn ser piya û rêz li Ey reqîp girtin.
Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinç jî peyamek bo kongreya şiyand. Di kongreyê de gelek car dirûşmên wekî ‘’Çareserî Federasyone’’, ‘’ Divê Kurdî bibe zimanê fermî ‘’ ‘’Her tişt ji bo Kurdistan’’ bi yek deng hate xwendin. Di hilbijartina serokatiyê de tenê namzetiyê Bayram Bozyel hebû û bi 196 ray re ji nû ve bû Serokê Giştiyê HAK-PARê.
Serokê Giştiyê HAK-PARê Bayram Bozyel di axaftina xwe de got : Ji bo Tirkiye çareseriya herî maqûl û rast Federasyone û divê zimanê Kurdî jî bi lezûbez ji hêla fermiyetê ve bibe zimanekî fermî.Bozyel bi awayekî veşartî rexneyên li ser PKKê kir û daxwaza dawîkirina şerê çekdariyê jî kir.
Gotarê Serokê HAKPARê Bayram Bozyel gelek car bi dirûşmên wekî , Bijî Kurdistan , Bijî Azadî Bimre Koletî , Bijî Hakpar hatiye sekinandin.
Piştî gotarê Bayram Bozyel , Serokê Partiya Demokrasî Ziya Halîs, Berpirsyarê MESOPê Sînan Çiftyurek, Berdevkê TEV-Kurdê Sabahattîn Korkmaz, Berdevkê Demokratên Şoreşgerê Cengîz Güngör, Parlamenter Hamît Geylanî û Serokê Kürt-Kavê Kasim Ergun jî axaftinek kirin.