Dosya

Pêşmerge û leşkerê Îraqê li ser 8 xalan li hev kir

Di sêyemîn civîna navbera şandeya wezareta pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê û wezareta berevaniyê ya İraqê de, ku li baregahê wezareta berevaniya İraqê li Bexdayl hat sazkirin, rêkeftinnameyeke 8 xalî di navbera herdû aliyan de hat îmze kirin.

Di civînê de ku, şêx Cafer Mistefa wezîrê Pêşmerge, Ebdulqadir Ubêdî wezîrê Berevaniyê yê İraqê, Cebar Yawer berdevkê wezareta pêşmerge û Michel Barbiro cîgirê fermandarê hêzên artêşa Amerîkayê yê li İraqê amade bûn, li dor hevahengî û hevkariya navbera wezareta pêşmerge û wezareta Berevaniyê ya İraqê de gotûbêj hatin kirin.

Ev li jêr hindek ji wan xalên rêkeftinnameyê:
1- Divê dewreyên serbazî (meşqpêkirin) yên hêza pêşmergeyên Kurdistanê li navendên perwerdêyê yên wezareta berevanî ya İraqê yên li Kerkûk, Diyale, Mûsil û Bexdayê berdewam be.

2- Hemû pêdvîtiyên wan dewreyên perwerdeyê divê ji aliyê wezareta berevanîya Îraqê û fermandariya hêzên pirnetewe yên li Îraqê ve bên dabîn kirin.

3- Pêwiste het sala 2011ê de bernameyê meşqpêkirina pêşmerge di pilana bernameyên wezareta berevaniyê de bên bicîh kirin.

4- Komîteyek bilind ji nûnerên wezareta pêşmerge, wezareta berevanî û nûnerên hêzên Amerîka li İraqê bihête pêkanîn. Karê wê komîteyê jî dê şopandin û pêdeçûna wan hemû peyman û lihevtênegihiştinan yê ku di sala 2007ê de, bi mebesta amadekirina rêkeftinnameyeke taybet bi mesela yekalîkirina budceya hêza pêşmerge (hêzên parsatina herêma Kurdistanê) ku pêwîste ji aliyê serokwezîrê İraqê û serokê herêma Kurdistanê ve bê îmze kirin, be.

Back to top button