Civak

Di Cejna Serxwebûnê de bi Helwestekî Netewî TEV-bi-GER-in

 

Newroz roja damezrandina împaratoriya Meda ye. Roja serxwebûnê ye. Loma em 2626 sal in Newrozê wek cejna netewî pîroz dikin. Lê mixabin di van salên dawî de li bakûrê Kurdistanê ji wateya xwe hatiye dûr xistin. Newroz, êdî ne wek cejna netewî wek mitîngên partiyan tên pîroz kirin. Ev şermeke mezin e.

Divê em êdî rê nedin ku çanda me, dîroka me û nirxên me yên netewî bên bin pê kirin. Divê em êdî dawî li vê heqaretê bînin.

Banga me ji netewa Kurd re!

Werin em Newrozê ji ber lingên berjewendgêran bigirin û ji bin bandora fikrên îdeolojîk derxin.

Werin em Newrozê bi rihê Kawayê Hêsinkar ji nû ve vejînin û wek ku hewce dike bi reng û dengên Kurdistanî bixemilînin.

Werin em bi hev re, wek ku cara ewil di êvara 20ê Adar a BZ 612 an de vêket, îsal dîsa di êvara 20ê adarê de li bajaroka Hêşerî ya Qosarê agirê Newrozê vêxin.

Werin em di 21ê adarê de bi Alayên Rengîn û bi cil û bergên xwe yên netewî, bi coşeke mezin û bi rengek Kurdistanî cejna serxwebûnê pîroz bikin.

Emê îsal wek Tevgera Ciwanên Kurdistanê wek eslê xwe ji êvara 20ê adarê heta êvara 21ê adarê li bajaroka Hêşerî ya Qosarê Newrozê pîroz bikin. Hemû gelê me vexwendî ne.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê

 

 

Back to top button