Em êrîşan şermezar dikin
Eve çend rojin em dîsa rastî li wî filmê berê dibin.Li gellek cîhan hin kesên ku ji aliyê hin hêzên dijminên miletê Kurd tên organîze kirin,êrîşan dibin ser HDP û BDP yê.Li Urla,Aksaray û Fethîyeyê,hin grûbên nîjadperest û faşîst êrîş anîn ser baregehên her du partiyan.Em van êrîşan bi tundî û bi nefretê şermezar dikin.Ev êrîşana di eslê xwe de li dijî miletê Kurd tên kirin.Lê divê baş bê zanîn ku tu êrîş dê nikaribe rê li ber têkoşîna wekhevî,azadî,edalet û demokrasiyê ya li Kurdistanê û ya li Tirkiyê bigire.
Ji aliyekî ve li himber BDP û HDP ê ev êrîşana dibin.Lê mixabin ji aliyê din jî,di eynî wextê te hin alîgirên BDP ê êrîşan dibin ser ew endamên HAK-PAR ê yên ku xebatên helbijartinan dimeşînin.Li Wanê û li Konyayê hin alîgirên BDPê êrîş birin ser HAK-Par îyan.
Demeke berê di nava alîgirên BDP ê û yên HUDA-PAR ê de jî li hin cîhan pevçûn û êrîş çêbibûn.Ev êrîş û pevçûnana zerarê dide diyalog,aşitî û demokrasiya di nava miletê Kurd de.Û xizmetê ji xêrnexwazan re dike.Ev êrîşên îro li himber HAK-PAR ê têne kirin,nayên qebûl kirin,em wan êrîşan û êrîşkarana şermezar dikin.Em bangî rêveberên BDP ê dikin ku,bi awayekî berpirsyarane li dijî van êrîşana rawestin û ew kesên ev êrîşana organîze kirine tesbît bikin.Rêveberên BDP ê divê wan kesana ji ber vê helwesta wan mehkûm bikin ku,careke din kes nikaribe provakasyonên bi vî rengî rû bidin.
11.03.2014
Komîteya Rêveberiyê ya Hewildana Partiyeek Kurdistanî.


