Polîtîk
Îro jî Zaxo xwepêşandanê li dijî siyasetên Malîkî saz kir
Îro li bajarê Zaxo dijî siyasetên Nurî Malîkî Serok Wezîrê Iraqa Federal ji aliyê rêxistinên civaka medenî û xelkê deverê xwepêşandaneke nerazîbûnê hate saz kirin.
Li xwepêşandana cemawerî de siyasetên Nurî Malîkî yên li hemberî Herêma Kurdistanê bi awayeke tund hate protesto kirin û her wiha xelkê Zaxo piştgiriya xwe ji bo daxuyaniya Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê nîşanda.