Polîtîk

Barzanî ji bo Newroza Diyarbekirê hatiye dawet kirin

Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji bo beşdarîkirina ahenga newroza îsal ya li bajarê Diyarbekirê hatiye dawet kirin.

Li gor daxuyaniyeke Aysel Tugluk Hevseroka KCD û Parlementerê Bajarê Wanê ji bo beşdarîkirina li merasîma newroza îsal ku wekî hemû salek li bajarê Diyarbekirê tê encam dan, dawetname pêşkêşî hejmarekî zêdeyê nûnerên partiyên siyasî, parlementer, dîplomatkar, çalakvan, pîspor, rojnamevanên navxoyî û biyanî kirine.

Her wiha eve jî eşkere kiriye ku wan bi awayeke fermî dawetnameyê ji bo Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê şandiye.

Back to top button