Berev rawestgeha dawî ya serxwebûnê

(Dewleta Kurdistanê li sala 2014 dibê yek ji wan dewletên herî bi hêzên cîhanê, li ruyê cografî û aborî) 

Her wiha li hevpeyvîneke rojnameya TIME ya Amerîkî li gel Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmetê behsa egerên dirustbûna dewleta Kurdî dike, li wê kovarê da ragihandiye ku “girîngtirîn hengav ji bo dirustbûna dewletekî bi hêz, binyatnana aboriyekî bi hêze”.

Ji bilî dakokîkirina Serokê Herêma Kurdistanê li ser vê pirsa çarenûssaz û girînge ku çendîn car û li çendîn helkeftên cûda cûda de behsa vê yekê kiriye.

Cîranên me damezrandina dewleta serbixwe ya Kurd red dikin, neku tenê wekî prensîp belku bi metirsiyekî mezin jî li ser pêkhat û sînorên nîştiman û asayîşa neteweyî ya xwe dizanin. Lê belê îro ku dibînîn dinya li sayeya sîstema nû ya cîhanê û guhertinên balkêşe, bandoreke mezin li pişt xwe de aniye. Niha faktera aborî û sekterên dinê serbixweyî xwe li qalibeke din da dibînin. Niha ku biryara mafê çarenûs û bûna bi dewlet bi tenê xwe li formên derbasbûyî de nemaye, belku niha rastiyeke siyaseta dinya ye jî.

Bêguman nihêniya hêzên siyasî û serbazî her dewletek li aboriya xwe daye. Niha neft bûye dosye û fakterekî bi hêzê peywendiyan û çavkaniya enerjiyê li cîhanê da. Eve jî hengavekî girînge ji bo wê yekê ku Kurdistan bikevê ser hêla ragihandina serbixweyî. 

Eger temaşa nexşeya cografya kevin li dabeşkirina rojhilat jî bikîn, dibînîn Tirkiye û Brîtaniyan li ser nexşeya Wîlayeta Musil û Rojhilat, hesabê ji bo Kurd û nexşeya Kurdistana mezin kiriye. Piştî wê li gor peymana (sykes picot 1916) Kurdistan hate dabeşkirin û gelê Kurd ji tevahiya mafên yasayî û siyasî hate bêbeş kirin. Heman demî de welatên dewruber jî bi navê (Ummeta Îslamî) zêdetir Kurdan çewsandine û asîmîle kirine.

Li dîroka nû ya Kurdistanê û bi taybetî li Başûrê Kurdistanê da piştî serhildana bihara 1991 heta 2003 ji bilî kêm ezmûna Herêma Kurdistanê li warê kargêrî û îdarekirinê li holê ye, lê belê kariye pêvajo û sîmaya Kurdistanê li pêgeha navdewletî da weku (Defacto Sitwaton) binasênê wekî herêmekî mînakî û bê hevta li rojhilata navîn ku Kurd karî îdareya xwe bike û xwe birêvebibe. 

Yekemîn car li sala (1991) da biryara (688) derdikeve, êdî biryara 986 li 14/4/1995 ku beşa Kurdistanê diyar kiribû ji aliyê Neteweyên Yekgirtî biryarên dinê (comfortabile) û her dû hêla 36, 34.. derketin ku (navçeya dijî firîn) li Herêma Kurdistanê da ku êdî dibe navçeyekî parastî. 

Pesendkirina destûra Iraqê li (2005) ku têda Hikûmeta Federal bi saziyên Hikûmiyên Herêma Kurdistanê li çarçêweya Iraqê da nasî, eve jî destkeftekî din bû. Ji bilî wê Herêma Kurdistanê li destûrê da weku herêmekî serbixwe û azad hate naskirin, lê belê heta îro jî hewl û astengî Serokayetiya Herêma Kurdistanê û pêşveçûnan li tevahiya waran da çi li ser asta navxweyî û binyatnana welat li ser asta peywendiyên navdewletiyan, Hikûmeta federal û eqliyeta şoveniya Ereb bi giştî nekariye vê pirsê bi kirdarî bi cîh bike. Ez bawerim nûnerên Kurd jî nekarîne hengavên kirdarî û wêrekiyane li vî warî de bavêjin. 

Ji bo berdewambûna bi birayetiya (Kurd û Ereb) pêwîste Iraq didan bi têkiray mafekanî gelî kurd da binê u palpiştî bika. bo geyandinî ew peyameş pêşmergey mudêrniman gereke.

…. Divê yek helwest û yek nefes û wêrek û xwedî şiyan bîn ji bo hengavên berev rawestgeha dawî ya serbixweyî yê.

Sîrwan Sîrînî 

 

Nerîna min :