Paşaroja nefta Herêma Kurdistanê geşe
Navendekî şîroveyî ji bo pirsên cîhaniyan li raporekî da dinivîse “Peymana di navbera Hewlêr û Bexda nêzîk bûye û dibêje peyman ji bo Herêma Kurdistanê û Bexda û Tirkiyê sûdê hevbeş dibe.
Li raporekî da li jêr navnîşana “Paşarojeke nû li van nêzîkan de tê hest kirin” navenda UBS dinivîse, peymana di navbera Hewlêr û Hikûmeta Bexda bi kazanca sê aliyan dixulqênê, bi wê pêgehê Herêma Kurdistan û Tirkiye û Bexda jî li wê peymanê de sûdmend dibin
Navenda UBS li raporekî da baldikşîne li ser wê yekê ku temamkirina boriya nefta Herêma Kurdistanê her çenda Bexda aciz kir, lê belê asta guftûgoyan berev pêşve bir û niha û piştî wê yekê rêk dikevin her sê alî sûd li peymanan de dibînîn, dinivîse “Dibe ku piştî hilbijartinên 30 nîsana pêş de dûbare Bexda û Hewlêr biçin ser mêzeya guftûgoyê û hewla peymanê bidin, eve jî piştî wê yekê Amerîka tê ser xet û palpiştiyê li wê peymanê dike.
Di derbarê boriyên nefta Herêma Kurdistanê jî wê navendê dinivîse, borî niha li kare û nêzîkî 700 hezar bermîl nefta Herêma Kurdistanê li Tirkiye yê û çaverêyaa peymanê ji bo wê yekê her zûye bişînin bazarên cîhanê.
Daniyel Akştayn, pîsporê karubarê neft û pirsên siyasiyan dide zanîn ku firoştina nefta Herêma Kurdistanê li bazarên cîhanê wiha li wan aliyan dike li ser wê pirsê rêkbikevin.
Her wiha dibêje: Li gor baweriya me boriya neftî ya Herêma Kurdistanê ji bo dahata Iraqê nêzîkî 8 heta 9 milyar dolar bi dest tîne, eve jî wiha dike ku ew alî bêne ser xala rêkkeftinê”.