Polîtîk

Di 29ê vê mehê de bazirganên Tirkiyeyê li Kurdistanê ne

Di berdewamiya serdana xwe ya bo Tirkiyeyê, Sînan Çelebî wezîrê bazirganî û pîşezasiyê yê hikûmeta herêma Kurdistanê û şandeya pê re ji aliyê wezîrê darayî û wezîrê dewletê bo karûbarên bazirganî yên hikûmeta Tirkiyeyê ve hat pêşwazî kirin.
Herwesa Çelebî serdana hijmareke şirket û kompaniyên mezin li herêma bazirganiya azad li wîlayeta Gazîrntabê kir.

Wezîrê bazirganî û pîşesaziya herêma Kurdistanê avakirina herêmeke azad ya bazirganiya bi hizreke baş wesif kir û got ku biryare deverke bazirganiya azad li ser sînorê navbera herêma Kurdistanê û tirkiyeyê de bê damezrandin.

Sînan çelebî di hevdîtina xwe ya bi wezîrê dewletê bo karûbarên Batzarganî behsa têkeliyên bazirganiyaên navbera Hewlêr û Enqereyê û çewaniya berfirehkirin û pêşxistina wan têkeliyan kir. Herwesa di hevdîtinê de behsa serdana wezîrê dewletê ji bo karûbarên bazirganî ku biryare bi serokatiya şandeyeke mezin di 29ê vê mehê de serdana herêma Kurdistanê bike kir.

Her di çarçoveyê serdana xwe ya bo Tikiyeyê de, Sînan Çelebî wezîrê bazirganî û pîşesaziyê yê hikûmeta herêma Kurdistanê bo mêvanê stodiyoya telefizyona TRT6 a bi zamanê kurdî.

Back to top button