Polîtîk

Gelo Kaytan zilamê Ergenekonêye?

Li gora rojnema Taraf a Tirkî, Ali Haydar kaytan ji bo ku pêwendiyên wî li gel rêxistina Ergenekonê hene ji aliyê PKK-ê ve hatiye girtin, lê li ser daxwaziya Ocalan serbest hatiye berdan.

Istixbarata leşkeri heyvê carekî di derbarê rewşa heyî de raporekî di nav xwe de belav dike. Rapora ku meha sibata bûrî hatî ragihandin, behsa pêwendiyên PKK û Ergenekonê dike. Rapora meha sibata 2010-ê hatî belavkirin ketiye destê rojnameya Tarafê. Gora di raporê de hatî ragihandin, Haydar Kaytan ji bo pêwendiyên wî li gel Ergenekonê hene hatiye girtin û 15 rojan girtîgeha PKK-ê ya li devera Hakurkê maye. Piştre li ser fermana Ocalan serbest hatiye berdan.

Herweha di vê raporê de berfirehî behsa çelakiyên PKK-ê tê kirin .

Taraf

Back to top button