Polîtîk

Serok Barzanî vê êvarê vedigere herêma Kurdistanê

Îro êvarê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bi rêya firokexaneya navdewletî ya Hewlêrê vediger bo herêma Kurdistanê.

Lo gor daxuyaniyeke ofîsa ragehandina serokatiya herêma Kurdistanê, ku tê de daxazê ji rojnamevanan dike da ku vê êvarê li firokexaneya navdewletiya Hewlêrê amade bin, dê vê êvarê serokê herêma Kurdistanê ji gera xweya derveyî weklat veger Hewlêrê û li firokexanye navdewletiya Hewlêrê dê preskonferensekê saz bike.

Weket tê zanîn Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê di 2ê vê mehe de bi serdaneke fermî çûbû Tirkiyeyê û bi serokomar, serokwezîr, wezîrê derve û berpirsên Tirkiyeyê re civiya bû. Piştî serdana Tikiyeyê serok Barzanî bi serdnaekê çû bû Almaniyayê û paşî jî ji wir bi serdaneke fermî çû bû Fransayê û bi serok Sarkozî û wezîrê erveyê Fransayê re civiya bû. Herwesa serok Barzanî û wezîrê derveyê Fransayê li Parîsê peymaneke hevkaryê di nevbera hewlêr û Parîsê de îmza kir bû.

 

Back to top button