Polîtîk

Talebanî polîtbûroya YNKê destnîşan kir

Endamê serkirdayetiya YNK’ê Ferîd Eseserd, diyar kir ku bi amadebûna sekreterê giştî, di civînek serkirdayetî de endamên polîtbûroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hatin destnîşankirin.

Ferîd Eseserd ji AKnewsê re wiha got, “Di rûniştina îro ya serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku sekreterê giştî Celal Talebanî amade bû, endamên polîtbûroyê hatin destnîşankirin ku hejmara wan 11 endam in û 8 ji wan ji hêla sekreterê giştî ve hatin diyarkirin”.

Eseserd wiha pê de çû, “Ew endamên ku ji hêla sekreterê giştî ve hatin diyarkirin ji Hêro Îbrahîm Ehmed û Omer Fetah bo parêzgeha Silêmanî, Erselan Bayiz û Ednan Muftî bo parêzgeha Hewlêrê, Refet Ebdula û Necmedîn Kerîm bo parêzgeha Kerkûkê û Mela Bextiyar û Îmad Ehmed bo devera Germiyanê pêk dihên”.

Eseserd axaftina xwe wiha domand, “Piştre 10 kesan xwe bo postê endamên polîtbûroyê namzed kirin û bi hilbijartinê her yek ji şêx Cefer Mistefa, Mehmûd Sengawî û Hakim Qadir Heme Can bûn endamên polîtbûroyê”.

Her wiha Sedî Ehmed Pîre, Rizgar Elî, Şoreş Îsmaîl, Aso Elmanî û Azad Cindiyanî wekî endamên yedeg yên polîtbûroyê hatin destnîşan kirin, hevdem Mistefa Çavreş û Saman Germiyanî di hilbijartinan de derneçûn.

Back to top button