Di 2 sal û 6 mehan de 140 civînê normal û awarte
Şêwirmendê serokê parlmentoya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku, di heyama 2 sal û 6 mehên borî de, parlamentoyê bêtirî 140 rûniştinên asayî û awarte saz kirine.
Şêwirmendê serokê parlmentoya Kurdistanê Tariq Cewher di preskonferensekê de li parlamentoyê diyar kir ku, yekemîn rûniştina dewreya sêyem a parlamentoya Kurdistanê di roja 20ê tebaxa sala 2009ê de birêve çû, heta rûniştina awarte ya duhî 146 rûniştinên asayî û awarte hatine encamdan.
Cewher ronî kir ku ji wê hejmarê, 119 rûniştin asayî û 27 awarte bûn, rûniştinên herî zêde di sala 2011an de bûn ku hejmara wan 73 bû, ji wan jî 16 awarte bûn.
Cewher bal kişand ku her di wê heyamê de, 88 yasa û biryar hatine derxistin ku, 42 yasa û 46 biryar bûn.
Şêwirmendê serokê parlmentoya Kurdistanê amaje kir ku di heman dewreyê de, parlamentoyê 300 pirs ji hikûmeta herêma Kurdistanê û wezîran kirine, bersiva 189 pirsan vegeriya parlamentoyê, lê belê bersiva 111 pirsan jî nehate dayîn:
Li gor şêwirmendê serokê parlmentoya Kurdistanê, yek ji pirsên girîng di dîroka parlamentoya Kurdistanê, di xula sêyemîn de, ew bû ku, dema frakisyonên opozisyonê daxwaz kirî bawerî ji serokwezîr û her du wezîrên navxwe û pêşmerge bê stnadin, lî dema ew pêşniyar ketiye dengdanê, Berhem Salih serokê hikûmetê, Kerîm Şingarî wezîrê navxwe û Şêx Cafer wezîrê pêşmerge careke din bi piraniya dengan bawerî jê re hat dayîn.