Polîtîk

Pirs bi operasyonan çareser nabe

Qubad Talebanî nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê yê Dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê di daxuyaniyekê de got ku, ji bons PKK ji axa herêma Kurdistanê êrîşan neke ser Tirkiyeyê, hikûmeta herêma Kurdistanê hemû rê bakaranîne:

– Her tişta ji destê me hatibe, ji bona ku em nehêlin Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji herêma Kurdistanê êrîşî Tirkiyeyê bike, me kiriye.

Talebanî ji rojnameya Xeber Turk re got ku, wan herdem tekîd li ser wê xalê kiriye ku nabe ru hêz axa Kurdistanê ji bo êrîşkirina dewletên cîran bikar bînn:

Me bi vekirî û zelalî ji hemû kes û aliyan re gotiye ku nabe axa herêma Kurdistanê bi armanca êrîkirina ser dewletên cçran bê bikaranîn.    

Nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê Quban Talebanî (kurê serokomarê Îraqê Celal Talebanî) di berdewamiya axavatina xwe de got:

Eger 3000 çekdarên PKK ji Qendîlî bên desrxistin jî pirs çareser nabe. Em bêjin sibê operasyonan dest pê kir û 3000 PKKyî ji Qendîlê derkirin û nehêlan, pirs çareser dibe? Başe yek milyon PKKeyîyên li Tirkiyeyê dê çi lê kin?

Back to top button