Serokê Kurdistanê pêşwaziya parlementerên berîtanî û skotlendî ki

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, duhî li Selahedînê pêşwaziya heyeteke hevbeş ya parlementerên berîtanî û skotlendî kir.
Di hevdîtinekê de, heyeta mêwan ji bilî diyarkirina kêfxweşiyê li hember serdana xwe bo Kurdistanê, hevdem pêşkeftinên li Kurdistanê bi dest hatine bi girîng û erênî wesif kirin û ragihand ku, dema ew vedigerin bo welatê xwe dê wan pêşkeftin û rewşa arama herêma Kurdistanê di nav parlementoya Berîtaniya û Skotlendayê de behsa bikin.
Heyeta hevbeşa parlamenterên brîtanî û skotlandî di berdewamiya axaftinên xwe de ev yek jî diyar kir ku, ew dê rastiya herêma Kurdistanê bigihînên parlamentoya welatê xwe û dê ew hewil bidin ku têkeliyeke xurt di navbera her sê aliyan de çê bibe.
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî peyvek pêşkêşkir û ji heyeta mêvan re behsa komkujiyên bi ser gelê hurd de hatine kir û got ku, ew wêrankarî û tevkojiyên ji aliyê hikûmetên Îraqê ve bi ser gelê kurd hatine, divê di pilatformên navnetewî de bên nas kirin û hemû cîhan bizane ka çi bi serê gelê kurd hatiye da ew zolim dubare nebe.
Serok Barzanî di berdewwamiya axavtina xwe de hêvî xwest ku, peyvendiyên heyî yên di navbera her sê aliyan de hîn berfiretir û bihêztir bibin.