Destûrek bingehîn ji bo 85 mîlyon kesî pêwîst e

Serokkomarê Tirkiyê û Serokê partiya AKP Erdogan di her wesîleyê de behsa pêwistiya makzagonek nû dike, lê behsa naveroka makzagona nû nayê kirin. Her çiqasî gelek der û dor pêşniyaza makzagona nû ji bo qezenckirina hilbijartinên herêmî û dirêjkirina destilatdariya Erdogan wek lîztikekê binirxînin jî, makzagona ku bê çêkirin bêyî çareserkirina pirsa Kurd dîsa wê nîvco bimîne û wê tiştek neyê guhertin.
Di vê derbarê de Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (HEDEP) Tuncer Bakirhan bi rayedarên Federasyona Elewiyên Bektaşî, Komeleya Çanda Pîr Sûltan Abdal û Komeleyên Çanda Elewiyan re hevdîtin kir.
Bakirhan li vir axivî û got ku wan berî kongreyê hem bi saziyan û hem jî bi raya giştî re hevdîtinên berfireh pêk anîne.
Bakirhan anî zimên ku “Ew difikirin ku dem hatiye êdî diyar bikin ka ew çi dixwazin û çi dikin, ew dixwazin di heyama pêş de çi bikin û pêşniyar û rexneyên li ser partiya xwe bistînin” û got: “Em rastî pêkanînek ku ji axavtinê wêdetir dernakeve tên. Li aliyê din nîqaşên makeqanûnek nû tên kirin. Em bi fikar in ku yên dibêjin Destûra Bingehîn a nû wê makzagonek monîst, girêdayî yek zilamî û qesrê çêbike. Ji bo ev pêk neyê, pêwîstî bi makzagonek ku tê de mafê Kurd, Elewî, kedkar û bindestan tê de heye û 85 mîlyon mirov xwe tê de bibînin,heye”.