Ji HEDEPê protestoya ji bo zimanê zikmakî

Piştî ku di hilbijartinên Giştî û Serokkomariyê de HDP gelek ji deng û rayên Kurdan winda kir, bi navê HEDEP berdewamî rêya xwe kir û rayedarên wê gotibûn emê dîsa vegerin ser asasê xwe.
Rayedar û wekîlên wê di her civînên navxweyî û civînên meclîsa Tirkiyê de êdî zêdetir behsa ziman û heq û hiqûqê Kurdan dikin û di gelek civînên meclîsê de rasterast behsa Kurdistanê dikin û navê Kurdistanê tînin ser zimên. Ev yek dide xuyakirin ku HEDEP ji berê zêdetir giraniya xwe dide nirxên Kurdî.
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) di Pêşnûmeya Bûdceya Hikûmeta Navendî ya sala 2024an de nerazîbûna xwe nîşanî nebûna îmkanên ji bo Kurdî û zimanên din dan.
Muzakereyên “Pêşnûmeya Qanûna Budçeya Hikûmeta Navendî ya 2024an” ku bi îmzeya Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokkomarê Tirkiyê Tayyîp Erdogan pêşkêşî Serokatiya Meclisê hat kirin, li Komîsyona Plan û Budçeyê dewam dikin.
Parlamenterên HEDEPê di civîna butçeya Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) ya ku pêşkêşî komîsyonê hat kirin û îro dest bi nîqaşê kir, kêmbûna çavkaniyên ku ji bo zimanê Kurdî û zimanên din hatine veqetandin protesto kirin.
Parlamenterên HEDEPê bi pankartên “Perwerdehiya bi zimanê dayikê maf e” çûn salona civînê. Ji ber ku di butçeya wezaretê de ji bo zimanê Kurdî û zimanên din îmkan nehatiye veqetandin şermezar kirin.
Parlamenterên HEDEPê herweha nerazîbûn nîşanî rakirina xwarina bêpere ya li kreşên zarokan ên girêdayî Wezareta Perwerdehiyê dan, li dijî kêmbûna çavkaniyên ku di butçeya nû de ji bo vê mijarê hatine veqetandin pankarta “Xwarinek bê pere ” hilgirtin.