Destkeftinên xwe em bi yekitiya neteweyî dikarin biparêzin..
Mustafa Özçelik
Îro li Şengalê miletê Kurd û temama mirovayetiyê di îmtehaneke dîrokî de derbas dibin.
Birayên me yên Êzidî, di binê xeteriya jenosîdekê de ne.DAİŞ ê Şengal dagir kiri ye.Bi sedan kes kuştî he ne.Bi hezaran kes bi çiyayê Şengalê ketine;birçî ne, tî ne û bi nexweşiyan ketine.Bi dehhezaran kes di nava bajêr de di destê DAİŞ ê dîlketine.
Eve trajediyeke mirovayetiyê ye.Divê Yekitiya Netewan, Yekitiya Ewrûpa, Dewletên Misilman û hemû saziyên sivîl û hikmî yên cîhanê bêne hawarê gelê me yê Êzidî; dive rê li ber vê wehşetê, rê li ber vê hewla jenosîdê bê girtin.Cîhana ku rê li ber vê jenosîdê negire, dê bi rûreşiyeke ku sedan salan neyê ji bîr kirin, hustû xwar be.
Hemû miletê Kurd yên li her çar perçeyan, yên li temama dinyê dijîn, dive bi temama hêz û hebûna xwe,bi yekitiya xwe ya neteweyî dive rê li ber vê jenosîdê bigirin.Divê Şengal nebe rûreşiya me hemû Kurdan.Divê Şengal nebe birîneke ku bi sedan sala neyê pêçandin.
DAİŞ ê bi hêzeka mezin, bi çekên gelekî qurs û pêşketî, êrîşî Şengalê kir.Di wê gave de, hêz û çekên pêşmergeyî têra vê hêza dijminî nedikir.Li gel vê jî hinek kesên ku ji heş û aqil û bawermendiya pêşmergetiyê dûr bûn, mixabin di êrişa ewil de li berxwe nedan û vekişiyan.
Serokê Herêma Kurdistanê Rezdar Mesûd Barzanî soz da miletê Kurd û gelê me yê Êzidî ku dê lêpirsîneke tund di derbarê wan kesên ku liberxwenedane bê meşandin.Divê lêpirsîneke berfireh bê kirin.Beriya êrîşê, di dema êrîşê û piştî êrîşê de rewş çi bû divê bi her awayî bê ronkirin.Belê, piştî vê biryara Rêzdar Mesûd Barzanî jî, bizzabit wî bi xwe wekî Fermandarê Giştî yê Pêşmerge, serpereştiya operasyona bidestxistina Şengalê kiri ye.Bi dehhezaran pêşmergeyên qehreman îro gav bi gav bi xwîn û can û dilê xwe axa pîrozî Kurdistanê û Şengalê li dij ew terorîstên qirêj yên DAİŞ ê diparêzin, ji wan paqij dikin.
Divê em xeletiya hinek kesan nekine xeletiya hemû pêşmerge û rêveberên Kurdistanê.Ew îro îspat dikin ku dê vê xeletiyê telafî bikin.Divê kes bi dilqirêjî, bi dijminatî êrîşî pêşmergeyan û Hikumeta Kurdistanê nekin.Divê em giş li gel wan bin.Divê li her çarperçeyên Kurdistanê , hemû Kurd li gorî îmkan û zanebûn û kêrhatina xwe piştgiriya rizgarkirina Şengalê bikin.Ez bawer dikim ku dê Şengal bi qehremaniya pêşmergeyên Kurdistanê û bi hemahengî û yekgirtina hêmû Kurdên cîhanê bê rizgar kirin.
Gava ku DAİŞ ê Mûsil di 10 ê hezîranê de bides xist, min wê gavê di bi nave ‘’Qîmeta destkeftinan gava ku destkeftin ji dest diçin tê zanîn’’ nivîsek nivîsî bû. Min ji xwe re ‘’fantaziyek’’ çêkiri bû..Min xewnek dîtibû.Di xewnê de DAİŞ Hewlêrê dagir dike.Qetlîam û trajediyeke mezin peyda dibe…
Mixabin ew xewna ne li Hewlêrê, lê piştî wê nivîsa min nêzî 40 rojekî, li Şengalê bû rastî.Ew tiştên ku min di wê xewnê de dîtibû îro li Şengalê tê sere gelê me yê Êzidî…Ez dixwazim vê nivîsê careke din jî bînime bîra we…Ev nivîsa di gelek malperên Kurdî de hatibû belav kirin…..
07.08.2014
https://rojevakurd.com/nivisar/16195-Qmeta-destkeftinan-gava-destkeftin-dest-diin-zann.html