Civak

DAIŞ ji devera Maxmurê reviya

Çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) ji navçeya Mexmûrê reviyan.

DAIŞ li ser tora civakî ya Twitterê reva çekdarên xwe ji navçeya Mexmûrê ragihand ku ew rev bi “Vekişan” binav kir.

Reva çekdarên rêxistina navborî bi navçeya Mexmûrê piştî wê yekê tê ku, ev 24 demjimêr bûn ku Hêzên Pêşmerge pêgehên wan bi giranî bordoman kirin û hêzeke mezin a Pêşmerge jî bo wê navçeyê hatine şandin.

Ji demjimêr 4ê sibehê û heta 11ê nîvro ve, şer û pevçûn di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de li gundê Dugirdikan berdewam bû. Peyamnêrê Rûdawê jî dibêje ku di wî şerî de DAIŞ têk şika û bi temamî ji navçeyê vekişiya.

Hevdem peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Mexmûrê ragihand ku, rewşa niha li qeza Mexmûrê arame û xelkên ku duh ji qeza yê derketibûn îro vegeriyan.

Back to top button