Civak

Li Maxmur çi dibe?

Çavkaniyeke leşkerî, bûyerên şevê din ên ku li qezaya Mexmûrê çêbûn wek ‘planeke şikestî’ ya hinek aliyan binav kir. Şevê din (06.08.2014) tevlîheviyeke zêde li devera Mexmûrê çêbû ku heta astekî bandor li psîkolojiya hevwelatiyên Hewlêrê jî kir.

Çavkaniyeke leşkerî ji cepheya Mexmûrê ji BasNewsê re got: ‘’Tişta şevê din li Mexmûrê qewimî, planeke hevbeş a hêzeke YNK û PKK’ê bû daku şerê DAİŞ’ê nêzêkê Hewlêrê bibe û zext li PDK bê kirin.’‘

Li gor heman çavkaniyê, di demekê de ku devera Mexmûr aram bû, lê ji nişka ve hêzeke YNK’ê bêyî hîç hevahengiyekê êrîşî çend binkeyê DAİŞ’ê kir û piştre jî reviyan. Plan bi wî awayî bû ku tirs belav bibe û piştre jî bi hevkariya kampa penaberên PKK’ê li Mexmûr dest deynin ser qezayê bi hinceta ku qaşo PDK’ê navçe bicîh hiştiye, lê PDK’ê zû plan fam kir û hêzeke zêde şand navçeyê.’‘

Hêjayê gotinê ye Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ku ser bi PKK’ê ye, her zû belav kir ku hêzên PDK’ê ji Mexmûr reviyane, herwiha li ser tora civakî ya Facebookê jî rûpelên nêzîkê PKK’ê mizgîniya wê yekê didan alîgirên xwe ku Mexmûr ketiye dest hêzên gerîlla. 

Back to top button