Li gor agahiyên ji bajarê Musilê, çekdarên terorîstiyên Da’îş û runiştvanên Musilê ji tirsa bordûmana firokeyên cengî ji navenda bajar derdikevin.
Li gor agahiyan jiyan li Musilê gelek xerape û xizmetguzarî ji binî ve nemaye eve dû roje kehrebeya nîştmanî tûne û ava vexwarinê li çend deverên diyarkirî û ji bo çend demjimêran nebê tûne.
Heta derengê şevê doh Pêşmerge dewruberê Musilê bordûman kir û ji ber wê yekê çekdarên terorîst navenda bajar bi cîh dihêlin.
Her wiha li bajarê Musilê nirxê kelupel û xwarinê bi awayeke xeyalî bilindbûye û nirxê tupeke gaz jî gihîştiye 25 hezar dînar û benzîn jî gelek kêm peyda dibe.