Bijî Pêşmerge
Îro li Başûrê Kurdistanê dîroka mesîrê kurdistanê ji nûve tê nivîsandin.
Pişgiriya şerê pêşmergeyên Kurdistanê ji bo parastina xaka azad erkek netewiye. Roja ku rêxistina terorît a DAIŞ êrîşê Kurdistanê kirî û deverên wek Şingal , zumar û Rebîa vegirtî ji bo hemû kurdan bo cihê dilêşiyek mezin.
Ev şer e. Di şer de serkeftin û şkestin jî heye.
Pêşmergeyên Kurdistanê bi demek kurt de hêzên xwe berhevkirin û bi fermana serokê Kurditanê ji rewşa parastinê derketin û ketin rewşa êrîşkirinê de. Pêmerge gelek cih ji destê DIAŞê derxistin û gav bi gav pêşve diçin.
Berpirsên Kurdistanê didin xuyakirin dê şerê wan heta dawiyê berdewam be.
Mixabin hinek aliyên siyasî xwestin di vê rewşa taybet de dewsa berjewendiyên netewî bidin pêş, destpêkirin ku propaganda xwe kirin û nûçeyên derew belav kirin.
Herweha li Başûr jî medya YNKê ve girêdayî xizmeta vê dezinformasyonê kir. Heta radeyekî hinek medya PDKê bi xwe jî ket di bin xizmeta vê dezenfarmasyonê de. Mixabin medya kurdî di vê bûyerê de di destpêkê de nekarî erkê xwe yê netewî bi cih bîne.
Lê hêvî ewe ku çewtiya xwe bibîne bi erkek netewî kar bike. Nabê li Başûr hinek organên medyayê bikeve xizmeta hinek aliyan ku xizmeya xeta netewî nakin.
Ji aliyek din hêzên PKKê ve girêdayî têne li devera Rebîa li aliyê Rojavayê Kurdistanê şerê DAÎŞ kirine. Lê medya Başûr welê ragihand ku YPG ketiye nava bajarê Şingalê .
Cîhan hemû û di serî de jî medya Başûr dizane ku pêşmergeyên Kurdistanê bi qehremaniyên mezin şerê teroristan dike û xaka azad diparêze. Guman tuneye serkeftin dê ji bo pêşmergeyên Kurdistanê be.
Nabê bi tu awayî aliyek siyasî vê bûyerê bike malzemeyek ji bo propaganda xwe û di vê derbarê de nûçeyên derew belav bike.
Îro ne roja propagandê û tawanbarkirina hevûdine.
Îro gerek herkes bi berpirsiyariyek netewî kar bike. Dê ew dema ku mirov vê rewşê binirxîne û rexne û gazinde xwe bike wê werê.
Lê nabê bi tu awayekî qehremaniya pêşmergeyên Kurdistanê biçuk bête dîtin. Nabê li dijê pêşmerge propagandeyên ne rast û derew bête kirin.
Herkes dibînê ku kî û çewe li eniya şer xaka pîroz diparêze.
Îro pêwîstiya yek şîarî heye.
Bijî Kurdistan
Bijî Pêşmerge
7.8.2014
Dara Bilek