Ragihandineke bi lez û girîng ji Ajansa Parastina Asayîşa Herêma Kurdistanê
Piştî wê yekê ku terorîstên Da’îş êrîşekî nerewa li ser Pêşmerge û xelkê Kurdistanê destpêkir, Pêşmerge neçar bûn li sengerên bergiriyê biçin qonaxa êrîş birinê, eve jî bi mebesta parastina axa pîroza Kurdistanê û hemwelatiyan û tolhildana wê reftara nemirovî û dirindaneya dûrî ji exlaq û bingehên olî ya vê grûpê terorîstiye, bi taybetî derbarê hemwelatiyên Şengalê.
Spas ji bo xwedayê mezin û dest û pazuyê Pêşmergeyên me yên qehreman li van çend rojên derbarbûyî de serkeftineke ber bi çav tomar kirine û ureya terorîstan têk şikiyaye û nexweşxaneyên Mûsilê pirin ji mirî û birîndarên wan.
Bi sedema wê yekê terorîst hewl didin ku şerêkî derûnî û psikolojik beramber bi xelkê Kurdistanê bikin û dixwazin bi wê rêyê ve bandorê li ser moral û ureya polayînî ya Pêşmerge û xelkê Kurdistanê dirust bikin.
Ji bo wê yekê daxwaz ji Kurdistaniyan dikin bi hemû awayek û bi hişyariyê ve muamele li gel van propagandan bikin û nekevin bin bandorên wê her wiha li heman demê de ji wan propagandeyan bawer nekin û hevkariya dezgehên emnî bikin bi nasandina wan xelkên ku bi belavkirina propagandeyan radibin. Ji bo wê yekê ku rêkarên pêwîst beramberî wan bê wergirtin, ji ber ku ew propaganda hevkariya dijminên Kurdistanê û gelê Kurdistanê dikin.
Şerê terorê şerê hemû tak û hemwelatiyekî Kurdistane, êdî xwediyê her baweriyekî olî û siyasî bê her wiha ji ber wê eve planekî rêkxistiyê dijminên gelê Kurdistane ku nikarin asayîş û aramiya Kurdistanê bi çavê xwe bibînin, ji bo wê yekê her takek erkê ser şana wî ye rola Pêşmergane bibîne û bi hişyarî û moraleke baş û urebilindî gelê me yê Kurdistanê û yekgirtî wan tehdîdan bi dawî bîne. Hemû aliyek dilniya dikin ku gelê Kurdistanê û Pêşmergeyên me yên qehreman serkeftineke mezin tomar dikin û dawiyê bi wê şerê tînin.
Her wiha ew terorîstên ku karîne derbarê hemwelatiyên Kurdistanê de vê tawanê encam dane li her cîhek bin bigihîne sizayên xwe.
Li dawiyê de daxwaz ji hemû medyayên Kurdistanê jî dikin li vî derbarî de wê rola ku ji wan tê hêvî kirin bibînin.